Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê dê buroyên xwe li başûrê Sûriyeyê veke

Serokê rêxistina Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ya herêma Tebqayê got ku dê navendên xwe li herêmên başûrê Sûriyeyê vekin.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê dê buroyên xwe li başûrê Sûriyeyê veke
Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê dê buroyên xwe li başûrê Sûriyeyê veke
Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê dê buroyên xwe li başûrê Sûriyeyê veke
2 tebax, 2018   10:16

TEBQA

Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê di civîneke xwe de bi welatiyên bajarokê El-Curniyê yê Tebqayê re ragihand ku dê buroyên partiya xwe li başûrê Sûriyeyê vekin.

Di civînê de ku bi dehan welatiyên herêmê beşdar bûbûn, serokê rêxistina Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ya herêma Tebqayê Mesna Ebdilkerîm wiha got: "Partî hê jî banga diyaloga Sûrî – Sûrî dike û banga têkoşîna aştiyane li hemû aliyan dike ku dixwazin çareseriyeke siyasî peyda bikin."

Mesna Ebdilkerîm di axaftina xwe de got ku tu rastiya gotegotên herêmên ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) rizgar kirine dê radestî rêjîmê bikin, tune ye. Ebdilkerîm di berdewama axaftina xwe de got ku partiya wan dê navendên xwe yên nû di van rojên pêş de li bajarên Siwêda û Domayê veke.

Ev ragihandin piştî hevdîtinên di navbera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û şandeya hikumeta Sûriyeyê de pêk tê.

Di civînê de her wiha endama rêveberiya partiyê Henan El-Xelef axivî û ji bo rizgarkirina hemû herêmên Sûriyeyê û rawestandina destwerdanên hêzên derve di karûbarên Sûriyeyê de hêviyên xwe anîn ziman.

Tê payîn ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê li herêmê rêzecivînên xwe bi welatiyan re berdewam bike.

ANHA