Profesorê Kurd Koçer xeleta Madalya Fîelds a Navnetewî  wergirt

Profesorê Kurd Koçer Bîrkar ku Zanîngeha Cambrîdge ya Ingilîz kar dike, Madalya Fîelds ku weke Nobela matematîkê zanîn, a Yekîtiya Matematîkvanan  a Navnetewî stand.

Profesorê Kurd Koçer xeleta Madalya Fîelds a Navnetewî  wergirt
2 tebax, 2018   07:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîtiya Matematîkvanên Navnetewî di Kongreya Matematîkvanan a Navnetewî de, ku serê 4 salan carekê tê kirin, Madalya Fîeldsê dide 2, 3 an jî 4 matematîkvanan. Xelata ku navê matematîkvanê Kanadayî Jonhn Charles Fîelds standî, ji 1936’an ve tê dayin û di cihana zanistê de bi rengê Nobela matematîkê tê zanîn.

Di Kongreya Matematîkvanan a Navnetewî de ku îsal li bajarê Rîo de Janeîro ya Brezilyayê pêkhatî, madalyaya 2018’an dane profesor Koçer Bîrkar ê ji Zanîngeha Cambrîdge, ji ETH Zûrîhê Alessîo Fîgallî, ji Zanîngeha Bonnê jî dane profesör Peter Scholze û ji Zanîngeha Stanfordê jî dane Akshay Venkatesh.

Koçer (Koçer)Bîrkar ê 40 salî ku li Zanîngeha Cambrîdgeyê peywirdar e, li Rojhilatê Kurdistanê Merîwanê ji dayik bû û ji 2000’î ve li Ingilistanê dijî.

Bîrkar ê bi statûya penaberan ji mêj ve li Ingilîstanê dijî, derbarê xelatê got, ‘’Hêvî dikim xelata ku min standî 40 milyon Kurd kêfxweş bike’’. Bîrkar got Kurdistanê ji bo zarokên ku siberojê wê bibe matematîkvvan welatekî dijwar e û got, ‘’Min bawer nedikir ku rojekê vê xelatê bistînim.’’

Hat zanîn ku madalyaya pisporê geometriyê Bîrkar hatiye dizîn. Piştî merasîma xelatdayînê Bîrkar madalyaya xwe xist nava çenteyê xwe û piştre ferq kir ku madalya û telefona wî hatiye dizîn.

Tevî hemû lêgerînên li salonê madalyaya wî nehate dîtîn. Organîzatorekê ku ji ajansa nûçeyan a AFP’ê re axivî nûçeya diziyê erê kir.