Kongreya KPCD-Jin sibê tê lidarxistin

Bi dirûşma "Bi jineolojiya azad û bedew ber bi heqîqeta hevjiyana azad ve" KPCD-Jin dê yekemîn kongreya xwe di 3-4'ê Tebaxê de li bajarê Qamişlo li dar bixe.

Kongreya KPCD-Jin sibê tê lidarxistin
Kongreya KPCD-Jin sibê tê lidarxistin
2 tebax, 2018   07:29

SOZDAR CEMÎL-SILAVA EBDULREHMAN / QAMIŞLO

Bi armanca nirxandina xebatên du salan û girtina pêşniyar û biryaran, her wiha ji bo pêşxistina xebata jinan di warê perwerde û fêrkirinê de û derbaskirina kêmasiyên berê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk-Jin (KPCD-Jin) yekemîn kongreya  xwe li bajarê Qamişlo yê girêdayî herêma Cizîrê dê li dar bixe.

Endama Komîteya Amadekar a Kongreyê  Dorîn Elî diyar kir ku wan hemû amadekariyên lidarxistina konferansê bi dawî kirine û konferans di 3-4’ê Tebaxê de li Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo dê were lidarxistin.

Li gorî Dorîn tê payîn ku nûnerên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ên (Cizîr, Firat, Efrîn) û her wiha nûnerên bajarên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê jî beşdarî kongreya bibin.

Her wiha Dorîn destnîşan kir ku rêxistin û saziyên jin ji hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê û her wiha şandeyek ji Şengalê ji bo beşdarbûna kongreya  hatin vexwendin.

Endama Komîteya Amadekar a kongreyê  Dorîn Elî ev gotin li axaftina xwe zêde kirin: "Kongre bi armanca nirxandina xebatên du salan û her wiha ji bo girtina pêşniyar û biryarên ji bo pêşxistina jinan di vî warî de û derbaskirina hemû pirsgirêk û kêmasiyên salên berê û danîna plansaziyê ji bo du salên bê, tê lidarxistin."

(şx/ew)

ANHA