Zeviyên pembo yên li Tebqayê li ber telefbûnê ne

Cotkarên pembo yên herêma Tebqayê, di xirabtirîn demsaleke pembo de ne. Kurmika El-Loz nêzî ji sedî 70 berhema pembo telef kiriye û her wiha derman kêm in û yên heyî jî sûdewar nîn in.

Zeviyên pembo yên li Tebqayê li ber telefbûnê ne
Zeviyên pembo yên li Tebqayê li ber telefbûnê ne
Zeviyên pembo yên li Tebqayê li ber telefbûnê ne
2 tebax, 2018   07:20

UDEY EHMED-NÛRÎ OMER/TEBQA

Pembo li herêma Tebqayê li ser beravên çemê Firatê tê çandin. Bi sedan hektarên ku bi pembo hatine çandin ji ber kurmika El-Loz telef dibin.

Midurê Komîteya Çandiniyê li bajarokê El-Mensûra li herêma Tebqayê Ebdulselam Ehmed  wiha got: "Hilberîna pembo li bajarokê El-Mensûra ji ber gelek kurmikan wekî kurmika El-Loz bi hemû cureyên xwe (strî, gûzî û qirifulî) gelek ziyan dîtiye."

Kurmika El-Loz, kulîlka pembo dixwe û hêkên xwe tê de dike û piştî demekê ew hêk dibin kurmik û kulîlkên pembo dixwin, heta tovê pembo dimire. Bi vî awayî cotkar hilberînê ji ber telefbûnê berhev nakin.

Tunebûna dermanên kurmikan ên bikalîte li sûkên herêmê û tunebûna çavdêriyê li ser dermanên ku ji derve tên, dibin sedema belavbûna nexweşiyan di nav berhema pembo de û telefbûna hilberînê.

Ehmed tekez kir ku dermanên ji bo hilberîna pembo hatine bikaranîn tu zirar negihand kurmikê lê belê karê cotkaran zêde kir û diyar kir ku rêjeya zirardîtinê ji sedî 70 ye.

Midurê Komîteya Çandiniyê ya bajarokê El-Mensûra tekez kir ku eger ev rewş berdewam bike û kurmika El-Loz tune nebe, dê hemû hilberîn di çend hefteyan de telef bibe.

(şx/ew)

ANHA