Koalîsyona Erebî li Eniya Senha pêşve diçe

Hêzên Yemenê ku alîkariya xwe ji Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê werdigirin serweriya xwe li ser deverên stratejîk a bajaroka Nehim a rojhilatê Senha ferz kirin. Hêzên Hosiyan jî baregehên hêzên Yemenê yên li berava rojava bi fûzeyên palîstîk armanc girtin.

Koalîsyona Erebî li Eniya Senha pêşve diçe
1 tebax, 2018   08:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniya Hêzên Yemenê ku alîkariya xwe ji Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê werdigirin li gorî çavkaniyekî leşkerî ragihand ku serweriya xwe li ser zincîre çiyayên El-Beyad a stratejîk ferz kiriye û di encama şer û pevçûnên li vir 17 endamên Hosî hatine kuştin.

Li herêma bajaroka El-Beyad ku xwedî rêyên dijwar e, şer û pevçûnên demkî di navbera hêzên Yemenê û hêzên Hosiyan de ev nêzî du sal in rû didin û di encamê de herdu aliyan gelek ziyan dîtine.

Toreya El-Mesîra ya çapemeniyê ya girêdayî hêzên Hosiyan ragihand ku hêzên Hosî fûzeyên palîstîk avêtine kombûnên hêzên Yemenê li berava rojava.

Li gorî toreyê hêzên Hosiyan çalakiyeke êrîşkar li dijî baregeheke hêzên Siûdiyê ya li hemberî çiyayê Qês a li Cîzan pêk aniye û di encamê de hejmareke leşkerên Siûdiyê hatine kuştin û birîndarkirin. Hêzên Hosiyan her wiha bi topavêjan êrîşî baregeha El-Erer a li Cîzan kirin.