Hevalbendê ekolojî, dar û kulîlikan diçîne

Apê Ednan ji Kobanê ye, ji 15 salan di baxçeyên dar û kulîlkan kar dike. Di çandina dar û kulîlkan li kolan û gulistanan ji bo hawirdorek pak bi şaredariyê re dibe alîkar.

Hevalbendê ekolojî, dar û kulîlikan diçîne
Hevalbendê ekolojî, dar û kulîlikan diçîne
Hevalbendê ekolojî, dar û kulîlikan diçîne
Hevalbendê ekolojî, dar û kulîlikan diçîne
Hevalbendê ekolojî, dar û kulîlikan diçîne
1 tebax, 2018   08:54

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên li dijî  bajarê Kobanê yên beriye çend salan binesaziyê bajarê Kobanê bi temamî wêran bûye. Lê niha bi darûber û kulîlkan şîn bûye. Gelek gulistan û meştelên dar û kulîlkan ji bo hawirdorek pak hatine vekirin.

Ruxmî lawazbûna çanda çandiniya dar û kulîlkan li gel şêniyên Kobanê, lê apê Ednan Hemê yê 45 salî jinûve dest bi çandina dar û kulîlkan kir. Beriya niha bi 15 salan apê Ednan di meştelên dar û kulîlkan li Helebê kar dikir.

Apê Ednan ji biçûkahiya xwe ve koçberî Helebê bû. Bi destpêkirina şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê re çû Tirkiyê û piştre vegeriya Kobanê. Apê Ednan ev bû salikê ku vegeriya Kobanê.

Apê Ednan hema dest bi karê xwe kir û meştela yekemîne li ser asta bajêr bi navê Meştela Kobanê vekir.

Meştela apê Ednan li aliyê başûrê rojavayê Kobanê ye. Apê Ednan tê de gelek şitlên kulîlk û darên berhemdar ji 37 cureyan difiroşe, jê wan daran wek tirî, , hinar, zeytûn û hwd. Kulîlik weke gerdîniya, ful, cûrî, yesmîn, mecnûne û rîban û her wiha cureyê din ên gulên xemilandinê hene.

Apê Ednan dibêje ku armanca wî ji vekirina meştelê tevî bicihanîna debara xwe ya rojane, her wiha ji ber ku ew ji vê arezoyê û sirûştê hez dike.

Apê Ednan tekez kir ku ew bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi Şaredariya Gel re ji bo çandina dar û kulîlikan li kolan û gulistanên giştî yên bajêr hevkariyê dike.

Apê Ednan diyar kir ku ew şitlan ji Helebê û Minbicê tîne.

Di axaftina xwe de bi ajansa me re, apê Ednan Hemê got :"Dar û kulîlik mîna xwedîkirina zarokan baldariyê dixwazin. Dema ez di meştelê de dixebitin derûniya min baş dibe.ʺ

Her wiha apê Ednan spasiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Şaredariya Gel a Kobanê ji bo çandina dar û kulîlikan bi armanca şînkirina bajêr û parastina hawirdorê li bajêr, kir.

(şx)

ANHA