Netewên Yekbûyî koçberkirina welatiyên Efrînê paşguh dike

Netewên Yekbûyî diyar kir ku di nîvsaliya îsal de 1.2 milyon kes di hundirê Sûriyeyê de koçber bûne û destnîşan kir ku hejmara herî zêde ya koçberan li Idlibê bû û di heman demê de behsa koçberiya welatiyên Efrînê ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê nekir.

Netewên Yekbûyî koçberkirina welatiyên Efrînê paşguh dike
1 tebax, 2018   08:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Netewên Yekbûyî careke din ji ber agahiyên berdewama pêlên koçberiyê yên berfireh li herêmên Sûriyeyê xemgîniya xwe anî ziman û wiha got: "Li gorî raporan di nîvsaliya îsal de nêzî 1.2 milyon kes di hundirê Sûriyeyê de pêrîşan bûne, ango rojane 6500 kes."

Ji Buroya Berdevkê Netewên Yekbûyî Arî Konîko diyar kir ku hejmara herî zêde ya pêlên koçberiya hundirîn di sê mehên destpêka îsal de li Idlibê pêk hat. Her wiha bal kişand ku çalakiyên leşkerî yên rêjîmê hişt ku nêzî 400 hezar kes koçber bibin.

 Her wiha mezintirîn pêla koçberiyê di van demên dawî li Deraayê pêk hat dema ku çalakiyên leşkerî hişt ku bêtirî 300 hezar kes ji malên xwe koçber bibin.

Di rapora Netewên Yekbûyî de behsa sedhezaran welatiyên Efrînê ku ji ber hovîtiya dagirkeriya Tirkiyeyê koçber bûne ku di 20'ê çileya îsal de dest pê kiriye, nehatiye kirin.

Di çarçoveya êrîşa dagirkeriya Tirkiyeyê de li dijî herêma Efrînê bêtirî 300 welatiyên sivîl şehîd bûn û bi sedan birîndar bûn. Êrîşa dagirkeriya Tirkiyeyê her wiha li dijî deverên dîrokî û şûnwarên Efrînê pêk hat û di encamê de bi sedhezaran welatiyên Efrînê neçar bûn ku ber bi herêma Şehba ve koçber bibin. Destdirêjî û çalakiyên talankirina mal û milkên welatiyên Efrînê hêjî ji aliyê artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê ve berdewam dike.