Metirsî ji şorbûna axa Reqayê

Metirsiyên şorbûna zeviyên Reqayê di encama girtina Tirkiyeyê ji çemê Firatê re der dikevin holê. Ji ber kêmbûna ava çemê Firatê gelek ava bîrên ku cotkar pê zeviyên xwe av didin kêm bûne û ber bi zûha bûne ve diçin.

Metirsî ji şorbûna axa Reqayê
Metirsî ji şorbûna axa Reqayê
Metirsî ji şorbûna axa Reqayê
1 tebax, 2018   08:12

EHMED EL-ESAF / REQA

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê di sala 2011'an ve, dewleta Tirk bi rêveberiya AKP'ê şerê gelê Sûriyeyê bi hemû şêwazan kir. Îro Tirkiye bi riya qutkirina ava çemê Firatê şerê  gelê Sûriyeyê dike.

Li gorî cotkaran Tirkiye di dema dagirkeriya DAIŞ'ê û çeteyên wê herêmê de av qut nekir û piştî qewrandina DAIŞ'ê ji beravên çemê Firatê ji aliyê QSD'ê ve, Tirkiye dest bi qutkirina avê kir.

Li gorî peymana Tirkiye- Sûriye sala 1987'an ya demkî ji bo parvekirina ava çemê Firatê di navbera her du aliyan de di dema tijîkirina bendava Ataturk de ji bo 5 salan, ev peyaman di 17'ê Tîrmeha 1987'an hat mohirkirin.

 Sûriye di sala 1994'an peyman li gel Neteweyên Yekbûyî(NY) ji bo misogeriya(garantiya) rêjeya herî kêm ji mafê Sûriye û Îraqê ji ava çemê Firatê, tomar kir.

Ruxmî peymanê lê Tirkiye avê digire. Di encamê de ziyan dighêje berhemên zeviyên li ser berava çemê û metirsiyên kêmbûna hilberînan zêde dike. Tevî wê jî ji ber kêmbûna rêjeya avê, ava bîran şor dibin û dê ji ber wê di salên pêşde zevî neyên çandin.

Ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê cotkar neçar dimînin ku ava bîran bikar bînin. Lê bîr ji ber kêmbûna rêjeya avên di bîran kêm dibin û ber bi zûha bûnê ve diçin. Ev diyarde li herêma El-Reqa El-Sumre derket holê.

Li gorî endezyarên çandiniyê yên herêmê ji ber qutkirina Tirkiyê ji ava çemê Firatê re gelek bîr zûha bûne û beşa çandiniyê li herêmê paşde çûye. Ev jî karesat e ji ber ku şêniyên herêmê debara xwe bi çandiniyê dikin. Beravên çemê weke pakêtên xwarinê ji Sûriyeyê re tên hesbanin. Lê niha ji ber kêmbûna ava çemê rêjeya şorbûna di nav ava bîran de zêde bûye û ew jî dihêle ku av ji bo avdanê neyê bikaranîn û dibe sedema şorbûna axê jî.

Li gorî cotkarên herêmê, berê û heta di dema DAIŞ'ê de ava bîran kêm nedibûn, lê îro bi kêmbûna ava çemê Firatê re bîr zûha dibin.

Cotkarê bi navê Mihemed El-Sekran yê ji şêniyên El-Reqa El-Sumrayê ye got:" Em pirsgirêka kêmbûna ava çemê Firatê jiyan dikin. Piraniya me ji bîran avadnê dikin. Bîr berê rojane beyî ku bisekine av çedikir. Lê îro bi girtina ava çemê ji aliyê Tirkiyeyê ve bîr tenê çend saetan avê çedikin. Em bang li civaka navdewletî dikin ku mudexele bikin û bendek ji binpêkirinên dewleta Tirk re dînin.ʺ

Ji aliyê xwe ve cotkarê bi navê Ehmed El-Remedan yê ji gundê Tawî Riman e got:"Bi nizimbûna ava çemê re, ava bîran gihiştine rewşekê ku ji bo avadanê neyn bikaranîn û em bang li civaka navdewletî dikin ku mudexele bikin û mafê gelê Sûriyê di ava Firatê bidin wan.ʺ

Piraniya şêniyên Reqayê debara xwe ya rojane bi çandinyê dikin.

Çemê Firatê Ji ku derê diherike û li ku derê derbasî xaka Sûriyeyê dibe?

Çemî Firatê di navbera Deryeya Reş û Gola Wanê ji zozanên Tirkiyeyê li rojhilat. Ji du robaran çêdibe Murat û Kara sû.

Di bajarê Cerablusê re derbasî xaka Sûriyeyê dibe û piştre çemên El-Belîx û El-Xabûr tevî wî dibin û di parêzgeha Reqayê re derbas dibe piştre derbasî Dêrazorê dibe û di bajarê El-Bûkemal re derbasî Iraqê dibe.

(şx)

ANHA