Toreya Astana dîsa têk çû, li Xan El-Ehmer seferberiya Filistînî

Beşdarên toreya civînên Astana 10 ku li bajarê Soçî hatiye lidarxist der barê çarenûsa Idlibê de nikaribûn li hev bikin. Rûsya bi daxwaza tunekirina Cebhet El-Nusra Tirkiye dilxemgîn kir. Rêjîmê dest bi topbarankirina herêmên gundewarê rojavayê Idlibê kir. Ji bo Xan El-Ehmer beriya çend saetan ji rûniştina dadgeha Îsraîlê Filistîniyan seferberî ragihandin.

Toreya Astana dîsa têk çû, li Xan El-Ehmer seferberiya Filistînî
1 tebax, 2018   08:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa geşedanên li qada Sûriyeyê û bi taybet mijara başûr û civînên Soçî ku di çarçoveya toreya civînên Astana de hatiye lidarxistin kirin. Rojnameyan her wiha behsa gelek mijarên din ên giştî herêmê kirin.

Civîna toreya Astana dîsa têk çû û Rûsya Tirkiye dilxemgîn kir

Girêdayî mijarên Sûriyeyê rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa civînên toreya Astana ku li bajarê Soçî yê Rûsyayê hatiye lidarxistin kirin. Rojnameya El-Qudis El-Erebî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Soçî 10; a Destûrî li ser daxwaza De Mistûra ji dewletên misogerkar re ber bi Cinêvê ve di îlûnê de". Rojnameya El-Heyat jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Komîteya Destûrî ya Sûriyeyê ji Sûçî diçe Cinêvê û Mosko tehranê neçar nake da ku hêzên xwe vekişîne".

Rojnameyê diyar kir ku civînên "Astana 10" duh hatin bidawîkirin ku li bajarê Soçî yê Rûsyayê hatiye lidarxistin, bêyî ku derbasî dosyeyên cewherî bibe. Dosya avakirina "Komîteya Destûrî" ya Sûriyeyê hewaleyî civîneke di meha bê de li Cinêvê hate kirin. Tevî ku şandeyê navnetewî Stîffan De Mistûra pêşniyarek pêşkêşî namzetan kir. Dosya parêzgeha Idlibê jî li ser hemû ihtîmalan vekirî hate hiştin. Mosko êrîşeke mezin dûr dibîne û berpirsyariya şerê li dijî terorê xist stûyê Tirkiye û opozîsyona nerm. Li Soçî her wiha pevguhertineke sînordar a girtiyan di navbera rêjîm û opozîsyonê de lihevkirinek pêk hat. Her wiha civîneke nû ji dewletên misogerkar re di Mijdarê de hate diyarkirin, bêyî ku cihê wê were diyarkirin.

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Rûsya Îsraîlê dilaram dike û Tirkiyeyê li Idlibê dilxemgîn dike". Rojnameyê diyar kir ku Mosko peyameke dilaramiyê ji Îsraîlê re şand ku Îran û milîsên wê dê li başûrê Sûriyeyê nemînin û ji Enqereyê xwest ku Cebhet El-Nusra li Idlibê tune bike ji ber vê yekê jî Tirkiye dilxemgîn e.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de destnîşan kir ku aliyên misogerkar ên riya Astana di dawiya civînên Soçî de li ser mijarên sereke yên hatine pêşniyarkirin nikaribûn li hev bikin. Der barê rewşa Idlibê de jî cûdabûneke mezin hebû û bê lihevkirin bi encam bûnû di encamnameya civînê de rewşa Idlibê hate paşguhkirin. Şandeyê serokatiya Rûsyayê Alexander Lavrentiev piştî civînê ragihand ku pêwîst e komên terorîst li Idlibê bêne tunekirin û di serî de Cebhet El-Nusra û wiha got: "me ji opozîsyona nerm xweset ku bi Tirkiyeyê re kordîne bikin û vê mijarê çareser bikin."

Rêjîm serweriya xwe li Geliyê Yermûk temam dike

Girêdayî rewşa başûrê Sûriyeyê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Artêşa Sûriyeyê piştî têkşikandina DAIŞ'ê serweriya xwe li ser Geliyê Yermûk ferz dike". Rojnameyê diyar kir ku li gorî toreya çapemeniya şer a girêdayî Hizbullah a Lubnanê diyar kiriye ku artêşa Sûriyeyê serweriya giştî devera Geliyê Yermûk dike piştî ku ji destên rêxistina Dewleta Îslamî hatiye rizgarkirin.

Rêjîma Sûriyeyê amadekariya şerê rojavayê Idlibê dike

Girêdayî mijareke din rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Rêjîm şerê rojavayê Idlibê bi fûzeyên fosforîk dest pê dike". Rojnameyê diyar kir ku hêzên rêjîma Sûriyeyê duh bi dehan fûzeyên fosforîk avêtin devera rojavayê parêzgeha Idlibê.

Rojnameyê xwe spart Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê û wiha got: "Sêkoşeya rojavayê Cisir El-Şixor – çiyayên bakurrojhilatê Laziqiyê – Deşta El-Xab rastî êrîşa bi dehan fûzeyan hat.

El-Herîrî normalîzekirina têkliyan bi Şamê re red dike

Girêdayî mijarên Lubnanê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "El-Herîrî şêwra Mosko ya normalîzekirina têkliyan bi Şamê re red dike." Rojnameyê ragihand ku li gorî çavkaniyên Lubnanê serokê hikûmetê Seed El-Herîrî serdanên rayedarên siyasî yên Lubnanê li Şamê rexne kirin û evan berdestî li pêşiya avakirina hikûmetê dibin asteng.

Rojnameyê destnîşan kir ku şandeyê Rûsya ku serdana Beyrûtê kiriye xwest ku têkliyên di navbera Beyrût û Şamê de ji nû ve bêne destpêkirin da ku pêkanîna înîsyatîfa Mosko ya vegerandina koçberên Sûriyeyê were hêsankirin. El-Herîrî jî normalîzekirina siyasî bi hikûmeta Sûriyeyê re red kir.

Birrî hewl dide girêkokan vebike û hevdîtinan bi rikberan re pêk bîne

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hevdîtinên rikberan cemidandina siyasî tevdigerîne û Birrî hewl dide girêkokan vebike". Rojnameyê diyar kir ku hevdîtinên siyasî yên di navbera rikberan de cemidandina tevgera hikûmî livand.

Rojnameyê behsa serdana Wezîrê Karên Derve û serokê "Şepêla Niştimanî ya Azad" Cibran Basîl li ba serokê parlemanê Nebîh Birrî kir. Her wiha piştre serdana Wezîrê Darayî Elî Hesen Xelîl El-Herîrî kir.

Hewldanên Misrê ya beşdarkirina Hemas di hikûmeta hevgirtina niştimanî de

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Misir hewl dide Waşintonê birazîkirin bide da ku Hemas beşdarî Hikûmeta Hevgirtina Niştimanî bike". Rojnameyê diyar kir ku Wezîrê Enerjiya Îsraîlê Yofal Ştaynîts eşkere kiriye ku hikûmeta wî ber bi lihevkirineke hemdem ve diçe û diyar kir ku dê tedbîrên aborî û mirovahî di berçavan re derbas bikin.

Rojnameyê destnîşan kir ku evan daxuyaniyên Ştaynîts nîşaneke erêkirina Hemasê di beşdarbûna wê di hikûmeta Filistînê de ye û aliyekî nakokiya bi wê re çaerser bike. Çavkaniyekî Misrî ragihand ku Amerîka û Îsraîl jî razî ne ku Hemas beşdarî hikûmeta Filistînê ya nû bibe.

Filistînî li Xan El-Ehmer seferber bûn

Girêdayî mijareke din a Filistînê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Beriya 'rûniştina hilweşandinê' li Xan El-Ehmer seferberî". Rojnameyê diyar kir ku Filistîniyan li devera Xan El-Ehmer beriya çend saetan ji rûniştina dadgeha Îsraîlê da ku biryara hilweşandinê bidin, seferber bûne. Rayedarên Filistînê û Tevgera Fetih bang li welatiyan kir ku çalakiyên xwe li Xan El-Ehmer berdewam bikin da ku rê li pêşiya pilanên hilweşandinê yên Îsraîlê derbikevin.

Îran.. aloziya aborî û piştî pêşniyara Trump a hevdîtinan tevlihevî derketin

Girêdayî mijarên Îranê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Îran li pêşiya du vebijêran e, dijwarbûn an razîbûn li hemberî aloziyê". Rojnameyê diyar kir ku ji ber mercên ku îraniyan der barê diyaloga bi Waşintonê re piştî axaftina Donald Trump pêşkêş kirine, aloziyeke dijwar li Îranê derketiye û nirxa riyalên Îranê gelekî daketiye û ti çareseriyên aloziya aborî nehatine peydakirin û guman e ji ber cezayên Amerîka kûrtir bibe.

Amerîka ji aliyên Îraqê re dibêje ku Ebadî vebijêra yekemîn a serokatiya hikûmetê ye

Girêdayî mijarên Îraqê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Ji bo wîlayeta nû ya Ebadî Waşinton zextên xwe dike". Rojnameyê diyar kir ku Amerîka aliyên Îraqê agahdar kirin ku serokwezîrê niha Heyder Ebadî vebijêra yekemîn a serokatiya hikûmeta nû ye, bêyî ku mezinbûna bilokan di ber çavan re were derbaskirin.

Rojnameyê xwe spart çavkaniyekî ku nexwest eşkere bike, hin peyamên Amerîka mayînkirî bûn û zimanekî hişyarkirinê digire nava xwe li hemberî israra bilok an partî an jî kesayetan ku namzetekî pêşniyar bikin û li ba Amerîka neyê qebûlkirin. Dibe ku di encamê de rastî cezayên Amerîka werin. Heman çavkanî diyar kir ku ev mijar girêdayî pêşketinên di aloziya Amerîka û Îranê de ye û dibe Amerîka hin aliyên Îraqê ceza bike.

Tabûrên Şîayî li Îraqê rastî îflasê tên

Girêdayî mijareke din a Îraqê rojnameya El-Heyat di nivîseke xwe de wiha got: "El-Sedir pîvanên hikûmeta nû diyar dike û serokwezîrekî serbixwe merc dike". Rojnameya El-Ereb jî wiha got: "Milîsên Şîayî yên li Îraqê rastî îflasê tên ji ber ku fînanseya Îranê hatiye qutkirin." Rojnameyê diyar kir ku tabûrên Şîayî yên Îraqê yên girêdayî Îranê ji ber têkçûna rewşa darayî û aborî ya Îranê metirsiya îflasê jiyan dikin.

Rojnameyê diyar kir ku îflasa darayî ya tabûrên ku bêtir xwe bi fînanseya Îranê ve girê didin dest pê kiriye û di encamê de neçar dimînin ku li jêderên fînanseyê yên nû bigerin.

Agirbesteke nû li Yemenê

Girêdayî mijarên Yemenê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Agirbesta Hosiyan ji bo biserxistina navbênkariya Bin Elewî li Waşintonê" rojnameyê diyar kir ku agirbesta ku Hosiyan pêşkêş kiriye ne ji bo avakirina baweriyê ye weke ku şandeyê navnetewî Martin Griffith hewl dide bi dest xwe ve bîne, lê di çarçoveyeke din de serokwezîrê Umanê Yûsif Bin Elewî serdana Waşintonê dike da ku navbênkariya xwe bike û baskê Îranê li Yemenê "Ensarullah" biparêze.