‘Diyalogên Sûrî-Sûrî gaveke pir girîng e‘

Siyasetmedarên Jin ên Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Meclisa Sûriyeya Demokratîk girîngiya danûstandinên Sûrî- Sûrî dûrî mûdaxeleyên derve vegotin.

 ‘Diyalogên Sûrî-Sûrî gaveke pir girîng e‘
1 tebax, 2018   06:20

ARAS YÛSIF / HELEB

Hejmareke jinên siyasetmedar ên Helebê li ser girîngiya diyalogên Sûrî- Sûrî di çareserkirina aloziya Sûriyê de ji ajansa me re axivîn.

Endama Buroya Rêxistinî ya MSD'ê ya Helebê Fatme El-Hisêno got:ʺDivê hemû gelê Sûriyê bighêjin çareseriyek siyasî ku hemû çînên gelê Sûriyê jê razî bin û ji bo li hemberî van têkçûnan bisekinin û aramî û ewlehî li herêmê bi cih bînin. Her wiha dive di demek nêz de li ser masaya danûstandinên Sûrî-Sûrî kom binin û di nav de hemû pêk hate, çînên gel bê tu cûdahiya ol yan jî mezhebî  cihê xwe bigre.ʺ

Fatme diyar kir ku divê danûstandina Sûrî-Sûrî li ser xaka Sûriyeyê pêk were û wiha pê de çû:" Em Cinêv û Astenayê naxwazin. Heta niha Cinêv û Astaniya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê tu proje pêşkeş nekirin, lê berovajî wê her ku çû alozî kurtir bû. Em dixwazin ku gelê Sûriyeyê li ser maseyek Sûrî kom bibin, li ku derê dibe bila bibe çi li Reqê, Dêrîk, Şam ferq nake ya herî girîng ew e ku danûstandina Sûrî ji bo çarseriya aloziya Sûriyeyê were li darxistin".

Fatme di berdewamiya axaftinên xwe de ev tişt got:ʺDivê hemû pêkhateyên Sûriyê hêzên terorîst ên ku temena şoreşa Sûriyeyê dirêj kirine û yên girêdayî ejendeyî derve û ji bo berjewendiyên dewletên derve dixwazin welat parçe bikin, kesên wek wan qebûl neke û çênabe ew hêzên navborî  ku li ser masaya danûstandinê kom bibin ji ber ku ew sedema aloziyê ne. Divê yên li ser masaya danstandinê rûnin ji gelê  Sûrî û niştîmanî be û armanca wan tenê xilasiya gel ji aloziyê be.ʺ

Ji aliyê xwe ve Endama Rêxistina Jinê ya Partiya Sûriye Pêşerojê ya Helebê Behiye Ibrahîm da zanîn ku qonaxa ku niha Sûriye têre derbas dibe asê ye û wiha pê de çû:"Hewcedariyek bi lez ji bo lidarxistina danûstandinên Sûrî-Sûrî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ya ku welatiyên Sûriyeyê ji ber westiyane, heye.ʺ

Behiyê di axaftina xwe de got:"Ji bo sekinandina binpêkirinan û kirinên ku heta niha gel jiyan dikin, divê çareserî ji aliyê hemû beşdarên danûstandinan bê pejrandin û divê li ser bingeha rêzgirtina mirov û qebûlkirina hemû mafan e.ʺ

Di dawiya axaftina xwe de Endama Rêxistina Jinê ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê, Behiye Ibrahîm pêwîstiya lidarxistina danûstandinê beyî mudexeleya derve û beyî bicihanîan peymanên ku hin aliyên ku hewl didin Sûriyê parçe bikin, tekez kir.

(şx)

ANHA