Li Cindirêsê cotkarek bi teqîna mayînekê birîndar bû

Li herêma Cindirêsê ya katona Efrînê cotkarek dema ku zeviyên xwe cot dikir bi teqîna mayîna leşkerên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wî birîndar bû.

Li Cindirêsê cotkarek bi teqîna mayînekê birîndar bû
31 tîrmeh, 2018   17:04

EFRÎN

Çavkaniyekî ji herêma Cindirêsê ji ajansa me re diyar kir ku îro di saetên nîvro de, mayînek leşker û çeteyên artêşa tirk a dagirker li rojavayê herêma Cindirêsê  bi cotkarekî ve teqiya, di encamê de, cotkar bi giranî birîndar dibe û ziyanên mezin dighêjin terektora wî.

Şêniyan cotkar rakirin nexweşxaneyên bajarê Ezazê .

Bajarê Ezazê 40 km dûrî herêma Cindirês dikeve, ji ber dûrbûnê riya jiyana gelek birîndar xetertir dibe.

Hêjaye ku artêşa tirk a dagirker piştî Efrîn dagirkirin, nexweşxane ji xizmetê derxistin.

ANHA