YPG: Yek jê serçete, 3 çeteyên tirk li Efrînê hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya YPG`ê ragihand ku di encama çalakiyên şervanên YPG û YPJ`ê de li Efrînê yek jê serçete, 3 çete hatin kuştin.

YPG: Yek jê serçete, 3 çeteyên tirk li Efrînê hatin kuştin
31 tîrmeh, 2018   10:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê der barê çalakiyên şervanên YPG û YPJ`ê li Efrînê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺDi çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de hêzên me çalakiyên li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin.

1. Di dîroka 28’ê Tîrmehê de hêzên me li navçeya Şera bi ser baregeheke koma çete ya bi navê Sultan Murad de girt. Di encama pevçûnên sîng bi sîng de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî hate birîndarkirin.

2. Di dîroka 28’ê Tîrmehê de yekîneyeke me li ser rêya Cindirêsê li hemberî yek ji serçeteyên Feylaq El-Şamê çalakiyeke sûîkastê li dar xist. Di encama çalakiyê de serçete hate kuştin.ʺ

(kc)