Li Bakur û Başûr artêşa tirk derbeyên giran xwarin

Gerîlayên HPG'ê li Lêlîkan û Çarçelayê li yekîneyên artêşa tirk a dagirker xistin. Li gorî agahiyên berdest di çalakiyan de gelek leşkerên tirk hatine kuştin.

Li Bakur û Başûr artêşa tirk derbeyên giran xwarin
31 tîrmeh, 2018   09:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji herêmê, gerîlayên HPG'ê roja Duşemê danê nîvro li dijî yekîneyên artêşa tirk ên li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Sîdekan a başûrê Kurdistanê çalakiyek pêk anî.

Hêzên gerîla di heman demê de li herêma Çarçela ya Colemêrgê jî bi çekeke taybet li yekîneyên artêşa tirk xist ku amadekariya operasyonê dikirin.

Hate zanîn ku di her du çalakiyan de gelek leşkerên tirk hatine kuştin.

Çav li rê ye ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di nava rojê de li ser mijarê daxuyaniyekê biweşîne.

(kc/ew)