Hêzên dagirker jinan girêdidin û zêrên wan talan dikin

Hate ragihandinê ku hêzên dagirker di sergirtina li ser malên gundiyên Qîbarê yê Efrînê de jinan girêdê didin û zêr û pereyên wan didizin.

Hêzên dagirker jinan girêdidin û zêrên wan talan dikin
29 tîrmeh, 2018   14:21

EFRÎN

Çavkaniyên  herêmî agahî dane ajansa me ku komên çete yê bi navê "Furqet El-Hemzat" duh êrîş malên gundiyan Qîbarê yê Efrînê kirin û bi gefa çek destên jinan zincîr dike û gavên wan digirin û zêr û pereyên wan didzin.

Li gorî çavkaniyan jinên rastî vê kiryarê hatin, (H.H û Z.H) ne, piştî ku hatin talakirin ji bo giliyê serî li bargehên dagirkeriya Tirkiyê dan. Jinan destnîşan kirin ku fermandarên artêşa tirk guh neda giliyên wan.

(bb)

ANHA