Şewata li Hewraman didome

Şewata li Hewramanê her ku diçe mezintir dibe. Herêma bi daristan û baxçeyên gundiyan jî şewîtin.

Şewata li Hewraman didome
29 tîrmeh, 2018   13:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî hemû mudaxeleyan şewata ku beriya 2 rojan li qontara çiyayê Biyarî û gundên Seyrangeha Awêser û Dega Şêxan ên Hewramanê didome. Di şewatê de herêma bi daristan, dar û baxçeyên gundiyan jî şewitîn.

Berdevkê Navenda Pêşîlêgirtina Şewata Daristanê ya Helepçeyê Zanyar Omer got, şewata li Hewraman hê jî nehatiye kontrolkirin û her ku diçe berbelavtir dibe.

Omer destnîşan kir ku tîmên agirkujê demildest mudaxeleyi şewatê kirine û di şewata 2 rojan de bi hezaran dar, bax û rez şewitîne.