Ebadî wezîrê kehrebeyê ji kar avêt

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî 3 hefteyan ji xwepêşandanên welatiyên başûrê Iraqê, biryar da ku wezîrê kehrebeyê Qasim El-Fehdawî ji kar were avêtin.

Ebadî wezîrê kehrebeyê ji kar avêt
29 tîrmeh, 2018   10:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Çapemeniyê ya Serokwezîriyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokwezîr Heyder Ebadî ji ber rewşa lawaz a xizmetguzariya kehrebeyê (ceryan) biryar da ku wezîrê kehrebeyê Qasim El-Fehdawî ji kar bê avêtin.

El-Ebadî her wiha banga destpêkirina lêpirsînê der barê dosyayên girêbest, karmendî û projeyan de kir.

Xwepêşanderên Iraqê li gelek bajaran banga jikaravêtina El-Fehdawî kir. Ev demek e kêmbûna kehrebeyê li Îraqê zêde bûye. Nemaze di demekê de ku asta germahiyê ji 50 dereceyan derbas dike.