Îsraîlê çalakvana filistînî Ehed El-Temîmî serbest berda

Îsraîlê çalakvana filistînî Ehed El-Temîmî serbest berda. Ehed El-Temîmî salek berê li Difa Rojhilat hatibû girtin.

Îsraîlê çalakvana filistînî Ehed El-Temîmî serbest berda
29 tîrmeh, 2018   10:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Çaksaziya Zindanên Îsraîlê Isfan Librati got ku hêzên Îsraîlê Ehed El-Temîmî û dayika wê birine benda derbasbûna Difa Rojhilat.

Di çavê gelê Filistînê de Ehed El-Temîmî piştî vê bûyerê bûye wekî qehreman, dema bûyer qewimî dayika wê dîmen li ser Facebookê belav kirin. Wê demê jî temenê Ehed 16 bû. Hêzên Îsraîlê di 19'ê Mijdara 2017'an de ew binçav kir.

Zaroka bi navê Ehed rastî 12 tawanan hat, ji wan lêdana dijwar. Wek sûcdar hate hesabkirin û 8 meh zindan lê hate birîn.