ciwanên Xezayê di topbarana Îsraîlê de mirin

Balafirên şer ên Îsraîlê li rojhilatê kampa Cebaliya ya bakurê herêma Xezayê gelek êrîş pêk anîn. Di encamê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest da.

ciwanên Xezayê di topbarana Îsraîlê de mirin
29 tîrmeh, 2018   09:48

XEZA

Nûçegihanê ajansa me ANHA'yê li herêma Xeza ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê di berbanga îro de gelek êrîş li dijî rojhilatê kampa Cebaliya ya bakurê herêma Xezayê pêk anîn. Piştî bombebarana balafiran tîmên parastina sivîl cenazeyên 2 ciwanan ku di encama bombebaranê de miribûn, dîtin. Navên her du ciwanan jî wiha ne; Eymen El-Necar (24) û Muhened Hemûdê (24).

Hêzên ezmanî yên Îsraîlê car bi car êrîşên xwe li dijî herêma Xezayê dubare dikin û gelek deverên herêmê armanc dikin.

ANHA