Îsraîl biryara serbestberdana "Ehed El-Temîmî" da

Hikûmeta Îsraîlê biryara serbestberdana zaroka Filistînî Ehed El-Temîmî (17) ya ji 19‘ê kanûna  2017‘an ve dîtgirtî bû, da.

Îsraîl biryara serbestberdana "Ehed El-Temîmî" da
28 tîrmeh, 2018   17:16

XEZA

Li gorî saziyên çapemeniyê ya ser bi Îsraîlê ve "Lihevkirina Zindanan a Îsraîlê" biryara serbestberdana zaroka Filistî Ehed El-Temîmî ya ku ji 19‘ê kanûna 2017‘an de bi tuhmeta astengkirina xebatên hêzên Îsraîlê, hatibû girtin, da.

Bavê Ehed, diyar kir ku Hêzên Îsraîlê fermî ew agahdar kirin ku Ehed dê sibe serbest were berdan û anî ziman ku ew li nêzî benda Cebara a başûrê Tolkerem pêşwaziya wê bikin.

Piştî girtina Ehed, gelê Filistînê wekî "Sembola berxwedana aştiyane ya Filistînê" destnîşan dikirin.

ANHA