Rêjîma Îranê kolberekî din kuşt û 2 jî birîndar kirin

Pasdarên Îranê komek kolber gule baran kir, di encamê de kolberke hat kuştin û 2 kolber jî birîndar bûn.

Rêjîma Îranê kolberekî din kuşt û 2 jî birîndar kirin
28 tîrmeh, 2018   13:30

NAVENDA NUÇEYAN

Li gorî ajansa Kolber News, îro saetên sibehê li sînorê di nava Piranşar a ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistan û navçeya Çomanê ya ser bi parêzgeha Hewlêr de pasdarên Îranê komek kolber kir hedef û di encamê de kolberke hat kuştin û 2 kolber jî birîndar bûn.

Kolberê bi navê Seyîd Kamil Balaşar di encama guleyên pasdarên Îranê de jiyana xwe ji dest da  û 2 kolberên bi navê Ezîz Şûxalan û Salih Şêx Mihemed jî birîndar bûn.

Her wiha hêzên pasdarên Îranê kolberek jî girtin, dest danîn ser kelûpel û hespê wî.