Li taxa Şêxmeqsûd komînek nû hat avakirin

Li beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûd bi armanca rêxstinkirina şêniyan komîneke nû hate vekirin.

Li taxa Şêxmeqsûd komînek nû hat avakirin
Li taxa Şêxmeqsûd komînek nû hat avakirin
Li taxa Şêxmeqsûd komînek nû hat avakirin
Li taxa Şêxmeqsûd komînek nû hat avakirin
27 tîrmeh, 2018   18:39

HELEB

Piştî ku taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ji çeteyan hate rizgarkirin, pêla vegerê ya welatiyan li taxê zêde bû, li ser vê yekê şêniyan xwe di nava komînan bi rêxistin kirin û pêwîstiyên xwe bi cih tînin.

Li beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ku berê gel di nava yek komînê de xwe bi rêxistin dikirin (Komîna Şehîd Evîndar), piştî vegera welatiyan zêde bû, komîneke din hate avakirin (Komîna Şehîd Ferîd).

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  bi armanca avakirina komîna Ş.Ferînd civîneke lidar xist.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevseroka Meclisa TEV-DEM a Helebê Sûad Hesen armanca avakirina komînê destnîşan kir û û tekezî li ser beşdarbûna şêniyên taxa di avakirin û rêxistinkirina taxê de.

Sûad Hesen banga xwedîderketina li şehîdan kir.

Di dawiya civînê de bi piraniya dengan hevserok û endamên komîteyan ên komînê hatin hilbijartin.

ANHA