YPG`ê nasnameyên 3 lehengên Berxwedana Serdemê aşkera kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê diyar kir ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de 3 şervanên YPG û YPJ`ê şehîd bûn.

YPG`ê nasnameyên 3 lehengên Berxwedana Serdemê aşkera kirin
YPG`ê nasnameyên 3 lehengên Berxwedana Serdemê aşkera kirin
YPG`ê nasnameyên 3 lehengên Berxwedana Serdemê aşkera kirin
YPG`ê nasnameyên 3 lehengên Berxwedana Serdemê aşkera kirin
27 tîrmeh, 2018   11:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî şehadeta 3 şervanên YPG û YPJ`ê li Efrînê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺDi çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de çalakiyên hêzên me berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de; di dîroka 7’ê Tîrmeha 2018’an de li navçeya Raco ya girêdayî Efrînê di navbera tîmeke me û leşker û çeteyên artêşa tirk a dagirker de pevçûnek qewimiye. Di vê pevçûnê de hejmareke zêde leşker û çeteyên artêşa tirk a dagirker hatin kuştin lê der heqê hejmara kuştî û birîndarên dijmin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Di encama pevçûnê de hevalên me Êrîş Amed, Hîvda Harun Barav û Serhildan Mêrdîn heya guleya xwe ya dawîn bi ruhekî fedayî şer kir û gihaştin şehadetê.

Di kesayeta her sê şehîdên me de tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Ji bo pêkanîna armanc û xeyalên şehîdên me em ê tekoşîneke bêeman bimeşînin û soza xwe careke din nû dikin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ne:

Nasnav: Êrîş Amed
Nav û paşnav: Vedat Erol
Navê dayikê: Sûveyla
Navê bav: Yusif
Cih û dîroka şehadetê: Efrîn / Raco / 7 Tîrmeh 2018

*****

Nasnav: Hîvda Harun Barav
Nav û paşnav: Hatîce Kaya
Navê dayikê: Nesîme
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka şehadetê: Efrîn / Raco / 7 Tîrmeh 2018

*****

Nasnav: Serhildan Mêrdîn
Nav û paşnav: Mehmed Sidik Ay
Navê dayikê: Xezal
Navê bav: Hisên
Cih û dîroka şehadetê: Efrîn / Raco / 7 Tîrmeh 2018