Trump gefa fişaran li Enqereyê xwar

Serokê DYA’yê Donald Trump, ji ber girtina Pastor Andrew Brunson a li Tirkiyeyê, gefa fişaran li Enqereyê xwar. Rojnameya Washington Post nivîsî ku sedema rast a qeyranê “peymana pevguherînê” ye.

Trump gefa fişaran li Enqereyê xwar
27 tîrmeh, 2018   10:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Di nûçeyeke Washington Postê de ku bi mohra 4 nûçegihanan hate weşandin, hat angaştkirin ku di navbera serokê DYA’yê Donald Trump û serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de peymaneke ‘pevguherînê’ heye. Li gorî rojnamê di navbera 11-12’ê Tîrmehê de di civîna NATO’yê ya li Brukselê de ev peyman hatiye çêkirin.

Li gorî angaştê li hemberî serbestberdana Brunson, Trump dê bibe navbeynkar ku welatiya Tirkiyeyê Ebrû Ozkan a li Îsraîlê girtî were berdan.

Hate angaştkirin ku di çarçoveya vê peymanê de Trump roja 14’ê Tîrmehê li serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu geriyaye.

Ozkan a bi sûcdariya ku ‘pere û amûran dide Hamasê, di 11’ê Hezîranê de hatibû destgîrkirin û 15’ê Tîrmehê hatibû serbestberdan.

Di 25’ê Tîrmehê de jî Brunson ku 2 sal li Îzmîrê di girtîgehê de hate ragirtin, cezayê wî veguhertin cezayê ragirtina li malê.

Li ser vê gava Enqereyê, cîgirê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkarê (DYA) Mike Pence û wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo, bi hinceta ku “Ev biryar ne bes e” bertek nîşan dan.

Washington Postê di nûçeya xwe de destnîşan kir ku di navbera Trump û Erdogan de hevdîtineke ‘bihêrs’ pêk hatiye.

Rayedarekî Qesra Spî ji rojnameyê re axivî û wiha got: “Tirkiye firsendeke rastî ji dest revand. Pastor Brunson ne mijara bazarê ye.”

Piştî vê angaşta rojnameyê, ajansa Reuters a Îngilîstanê, mijara bi Ebrû Ozkan re têkildar ji rayedarên Îsraîlê pirsî. Rayedarên Îsraîlê piştras kir ku daxwaza serbestberdanê ji serokê DYA’yê hatiye.

Misteşarê berê yê Wezareta Karên Derve yê DYA’yê Amanda Sloat, ji beşa tirkî ya medyaya DW a Almanyayê re axivî  wiha got: “Dê rêveberiya Trump ji bo serbestberdana Brunson zextên aborî yên li ser Tirkiyeyê zêde bike. Bi rastî jî ji bo ku ev pirsgirêk bi rêyên dîplomatîk bên çareserkirin, DYA’yê gelek hewl da. Lê belê ji bo ku êdî bi rêya dîplomatîk pirsgirêk nayê çareserkirin wê li rêyên alternatîf binêrin. Wekî Rûsyayê kirî, pêşîlêgirtinên aborî dibe kubikevin meriyetê.”