Êrîşên li ser Hewid El-Yermûkê didomin

Topbarana hewayî li ser herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê yên li Hewid Yermûk ên rojavayê Deraayê de didome. Her wiha çeteyan careke din êrîşî gundewarên Siweydayê kir.

Êrîşên li ser Hewid El-Yermûkê didomin
27 tîrmeh, 2018   09:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê topbarana li ser herêmên ku di bin dagirkeriya çeteyên Ceyş Xalid Bîn Welîd ên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê de li Hewd El-Yermûk didome.

Balafirên şer bi dijwarî êrîş li ser herêmê pêk anîn. Her wiha şer di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên Ceyş Xalid Bîn Welîd de didome.

Hêzên rêjîmê piştî pêşketinên roja Çarşemê hewl didin çeteyên Ceyş Xalid Bîn Welîd li herêmê tune bikin. Bi vê yekê hêzên rêjîmê zêdetirî 26 bajarok û gund xistin bin serweriya xwe. Tenê 7 bajarok û gund di bin dagirkeriya çeteyan de mane. Bi vê yekê hêzên rêjîmê ji sedî 98 ji Deraayê xistiye bin serweriya xwe.

Hêzên rêjîmê li bajarê Deraayê bi saya lihevkirinên Rûsya bi komên çekdarên ku ber bi Bakurê Sûriyeyê ve hatin derxistin re, di çarçoveya guhertina demografyaya herêmê de ku ji aliyê Rûsya, Tirkiye û Îranê ve tê kirin, pêşketin li Deraayê bi dest xistin.

Li gorî raporan Îsraîl bi alîkariya Rûsyayê topbaran li ser komên çekdar li başûrê Sûriyeyê piştî ku balafireke girêdayî rêjîmê xeta agirbestê derbas kir û kete xwarê, êrîş li ser komên çekdar pêk anî.

Berpirsên rûsî ji bo nîqaşkirina dosyaya Sûriyeyê û bi taybet başûrê Sûriyeyê serdana Til Ebîb kir. Îsraîl hewl dide hêzên Îranê ji Sûriyeyê derxe û Rûsya jî got ku bila 100 km ji sînorê Îsraîlê dûr bikevin.

Navend çavdêriyê got u li Siweydayê şeva Pênşemê li derdora gundê El-Şebkî yê gundewarên rojhilatê Siweydayî ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê êrîşî herêmê kir, di navbera çekdaran, şêniyên gund û çeteyên DAIŞ`ê de şer derket.

Li parêzgeha Siweydayê ya ku piraniya pêkhateyên wê durzî ne, cenazeyê bi dehan kesên ku di encama êrîşên ku çeteyên DAIŞ`ê girte ser xwe û di encama wê de 250 kesî jiyana xwe ji dest da, roja Pêncşemê hatin oxirkirin.

(bx/ew)