Li Kobanê ji bo gel û xwendekaran dewreya perwerdeyê

Bi armanca bilindkirin û pêşxistina asta xwendekarên bajarê Kobanê û gundewarên wê, Rêveberiya Dibistanan a girêdayî KPC-Demokratîk dewreyeke perwerdeyê da destpêkirin.

Li Kobanê ji bo gel û xwendekaran dewreya perwerdeyê
Li Kobanê ji bo gel û xwendekaran dewreya perwerdeyê
Li Kobanê ji bo gel û xwendekaran dewreya perwerdeyê
27 tîrmeh, 2018   09:43

KOBANÊ

Rêveberiya Dibistanan a girêdayî Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) bi armanca bilindkirina asta xwendekaran dewreyeke perwerdeyê vekir. Di perwerdeyê de waneyên tên dayîn ev in: Zimanê îngilîzî, zimanê erebî, zimanê kurdî û bîrkarî (matematîk). Heke şagirtên dewreyê bixwezin dê waneyên fizîk û kîmyayê jî wergirin.

Şagirtên ku di dewreya perwerdeyê de tên qebûlkirin ên amedehiyê û navîn in. Heta niha nêzî 300 şagirt tev li perwerdeyê bûne. Deriyê qebûlkirina şagirtan jî her tim vekirî ye.

Perwerde li Dibistana Şehîd Azad Kobanê ya li bajarê Kobanê hatiye vekirin. Perwerde saet di 16:00’an d dest pê dike heta 18:00’an didome.

Heta destpêkirina dibistanan dê perwerde vekirî be, eger cih hebe dê dîsa perwerdeyên bi vî rengî piştî destpêkirina dibistanan jî dewam bikin.

Têkildarî mijarê  endamê Rêveberiya Dibistanan Aras Ebdullrehman ev tişt anî ziman: ʺArmanca me ji vekirina perwerdeyê ew e ku şagirtên ku asta wan ne zêde ye, asta wan bê bilindkirin û ji xwendinê dûr nekevin.ʺ

Her wiha kesên bixwazin fêr bibin û ne xwendekarên dibistanan bin jî, dikarin li gorî xwesteka xwe cihê xwe di perwerdeyê de bigirin.

(şm/kc/ew)

ANHA