Artêşa tirk û çeteyên wê hunermend Hesen Ebdo revand

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dengbêjê gelêrî Hesen Ebdo ji gundê wî yê li navçeya Şêrawa revand. Heta niha der barê aqûbeta Edbo de tu agahî nehatine wergirtin.

Artêşa tirk û çeteyên wê hunermend Hesen Ebdo revand
27 tîrmeh, 2018   10:05

EFRÎN

Hunermend Hesen Ebdo ku di şahiyên Efrînê de stranan dibêje û di nava civaka herêmê de pir tê naskirin, beriya derdora mehekê ji gundê Kebaşîn ê navçeya Şêrawa ya Efrînê hate revandin. Heta niha jî aqûbeta wî nayê zanîn.

Artêşa tirk û çeteyên wê ji dema kantona Efrînê dagir kirine û heta niha, binpêkirinên xwe yên li ser şêniyên Efrînê didomînin. Rojane bûyerên kuştin, revandin, talan û her wekî din li dijî welatiyên Efrînê pêk tînin.

ANHA