Li Tirbespiyê çandiniya sebze û pembo ji nû ve geş dibe

Piştî bicihanîna hinek daxwazên cotkaran, çandiniya sebze û pembo li Tirbespiyê geş dibe. Cotkarên navçeyê di vê salê de 12 hezar û 251 donim zevî çandine.

Li Tirbespiyê çandiniya sebze û pembo ji nû ve geş dibe
Li Tirbespiyê çandiniya sebze û pembo ji nû ve geş dibe
27 tîrmeh, 2018   06:05

RÊNAS REMO- KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Cotkarên navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê ya Bakurê Sûriyeyê, piştî ku Saziya Çandiniyê desteka pêwîst dayê, ji nû ve dest bi çandiniya sebze û pempo kir. Di salên dawîn de çandinî li navçeyê ji ber kêmbûna semad û dermanan paşde çûbû.

Vê salê qadên ku bi sebzeyên havînê hatine çandin 8 hezar û 290 donim û bi pembo 3 hezar û 961 donim e.

Bi destpêka vê salê re Saziya Çandiniyê ya Tirbespiyê ji bo naskirina sedemên paşdeçûna rêjeya çandiniya sebze û pembo li herêmê û çawaniya pêşkêşkirina xizmeta pêwîst, rêzecivîn ji cotkaran re li dar xistin.

Di civînan de pirsgirêkên ku li ber çandiniyê li herêmê dibin bend, hatin naskirin, jê; kêmbûna madeya mazotê û tunebûna dermanên kurmik û kêzikan.

Li ser wê Saziya Çandiniyê rêjeya madeya mazotê kir du qat. Nêzî 1 milyon lître mazot li ser cotkaran bi destpêka werza çandiniyê re belav kir û her wiha 800 lître mazot her 10 rojan ji bo 50 donim ji bo xebitandina bîrên sethî û hezar û 300 lître mazot ji bo bîrên deryayî.

Ji bo rêgirtina li ber belavbûna nexweşiyan di nav zeviyan de, Saziya Çandiniyê dermanên dijî kêzikên bi zirar belav kirin. Her wiha semad li gorî pêwîstiya cotkaran (next an jî bi deyn) belav kir. Miqdara semada hatiye belav kirin, El-Yorya 169 ton bi deyn, 420 ton next û 35 ton semada axî next.

Endamê rêveber ê Saziya Çandiniyê yê Tirbespiyê Mihemed Emîn Mose xuya kir ku sazî bi armanca zêdekirina hilberîna çandiniyê û bi armanca bicihanîna pêwîstiya navçeyê ji çandiniyê, hemû pêwîstiyên cotkaran pêşkêş dike. Navçeya Tirbespiyê bi çandiniya sebze û pembo navdar e.

Endamê rêveber ê navçeya Tirbespiyê Mihemed Emîn Mosa bang li Komîteya Sotemenî û Navenda Sadkob a Sotemeniyê kir ku madeya mazotê zêdetir ji saziyê re pêşkêş bikin.

(şx/ew)

ANHA