‘Ji bo sekinandina êrîşên Tirkiyeyê; yekgirtina gelê kurd divê’

Endamê Komîteya Giştî ya Partiya Demokratîk a Kurd Li Sûriyeyê Fethulla Hiso diyar kir ku dewleta tirk hewl dide bi rêya Peymana El-Milî gelê kurd ji holê rake û destnîşan kir ku divê hikumeta başûrê Kurdistanê sînorekî ji bo zêdegaviyên Tirkiyeyê yên li Başûr deyne.

‘Ji bo sekinandina êrîşên Tirkiyeyê; yekgirtina gelê kurd divê’
27 tîrmeh, 2018   05:39

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd û parastina gelê kurd ji êrîşên derve, endamê Komîteya  Giştî ya Partiya Demokratîk a Kurd Li Sûriyeyê Fethullah Hiso ji ajansa Hawarê re axivî û xuya kir ku gihaştina hemû aliyên kurd ji çareseriyeke siyasî re, ji bo parastina gelê kurd ji hemû êrîşên derve bi taybet êrîşên dagirkeriya tirk, çareseriya herî guncaw e û ew jî bi rêya lidarxistina kongreya niştimanî ya kurdistanî pêkan e.

Hiso di axaftina xwe de destnîşan kir ku dagirkeriya tirk hewl dide Peymana El-Milî ya ku di sala 1920'an li ser hesabê gelê kurd hatibû ragihandin û wiha pê de çû: "Tirkiye armanc dike ku mafê kurdan binixumîne û gelê kurd ji holê rake û bi taybet li başûrê Kurdistanê. Lewre divê Hikumeta Başûrê Kurdistanê bi awayekî cidî li hemberî êrîşên dewleta tirk li ser başûr bisekine û destûr nede ku dewleta tirk xaka wan dagir bike."

Her wiha Hiso tekez kir ku Tirkiye bi rêkeftinekê bi Rûsyayê re û di nav bêdengiya navneteweyî de Efrîn dagir kir û 17 navendên leşkerî li başûrê Kurdistanê ava kirin û wiha domand: "Tirkiye di nav bêdengiya Hikumeta Başûrê Kurdistanê de dixwaze Kurdistanê bi awayekî berebere dagir bike." Hiso, ji bo sekinandina li hemberî êrîşên Tirkiyeyê, ji partiyên kurdî xwest ku kongreya nîştîmanî ya Kurdistanî li dar bixin. Ji ber ku bi yekgirtina refa kurdî dê kes nikaribe vîna gelê kurd bişkîne û destkeftiyên wan wergire.

Hiso destnîşan kir ku yekemîn alî li dijî referanduma başûrê Kurdistanê sekiniye dewleta tirk bû. Her wiha dewleta Tirkiye, Hikumeta Başûrê Kurdistanê bi komkirina hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorên Herêma Kurdistanê tehdîd kir. Ji ber wê divê partiyên ku li gorî siyaseta Tirkiyeyê kar dikin, jê dûr bikevin û li gorî berjewendiya gelê kurd bixebitin.  

Têkildarî êrîşên dewleta tirk li ser başûrê Kurdistanê Hiso ji hikumeta Iraqê xwest ku li dijî êrîşan bisekinin û wiha got: "Tu qanûnek ne ji Tirkiyeyê re û ne ji tu dewletekî din re destûr nade ku derbasî xaka dewletên cîran bibe û êrîşan pêk bîne. Her wiha divê hikumeta Herêma Kurdistanê li hemberî van êrîşan bê bertek nemîne".

Di dawiya axaftina xwe de, endamê Komîteya Giştî ya Partiya Demokratîk a Kurd Li Sûriyeyê Fetullah Hiso wiha got: "Em gelê kurd hewl didin dewleteke demokratîk pirrengî hemû pêkhateyên xwe qebûl dike, ava bikin û em wek gel ji aliyê hinek dewletan û bi taybet dewletên ku parçeyên Kurdistanê serwer dikin hedef hatine girtin. Ji erka me ye çi li Rojava dibe û çi li Başûr dibe parastina gel û axa xwe bikin."

(şx/ew)

ANHA