Rûspî û oldarên Dêrikê tecîrda li ser Ocalan şermezar kirin

Rûspî û oldarên herêma Dêrikê tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û bi kiryarekî derheqê mirovahiyê û gelên aştîxwaz bi nav kirin.

Rûspî û oldarên Dêrikê tecîrda li ser Ocalan şermezar kirin
Rûspî û oldarên Dêrikê tecîrda li ser Ocalan şermezar kirin
Rûspî û oldarên Dêrikê tecîrda li ser Ocalan şermezar kirin
27 tîrmeh, 2018   05:09

ÎSAM EBDULLAH – AMARA CÛDÎ / QAMIŞLO

Nerazîbûn li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan didome.

Rûspî û oldarên herêma Cizîrê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin û  bang li hiqûqa mafên mirovan kirin ku derbarê rewşa Ocalan de bixebitin.

Rêveberê Meclisa Rûspiyan Şêx Senan Ehmed tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şeremzar kir, di heman demê de wekî tecrîd li ser mirovahiyê bi nav kir û wiha got, "Dîlgirtina Rêbertî encamên komployeke navdewletî ye, gelê Kurd bi girtinê bi bandor bûye, lê bi têkoşîna wî serbilind e."

Şêx Ehemd anî ziman ku, dewleta tirk a ku banga islamê dike, ti girêdana wê bi islamê re tuneye û wiha domand, "Qurana pîroz banga mafên dîlgirtiyan dike. Lê AKP‘ê vê yekê nake. Li aliyekî din jî mafê gelê Kurd e ku rewşa reberê xwe nas bike, ji ber ku rêbertî nûnertiya gelê Kurd dike. Ya ku dewleta Tirk a tirsonek dike rastiya zulma xwe ji cîhanê re diyar dike."

Şêx Ehmed di berdewama axaftina xwe de, destnîşan kir ku rêxistinên hiqûqa mafên mirovan divê erka xwe ya li heramberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin û çarenûsa Ocalan keşif bike û wiha pê de çû, "Azadiya Ocalan di destê gel de, gel dê hemû rêbazan têkoşînê bike ta Ocalan azad dibe. "

Şêx Ehmed her wiha bang li gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û derve kirin ku dakevin qadan û dengê xwe bighînin rêxistinan mafê mirovan.

Serokê Meclisa Rûspiyan Hewas Cidai Egît  tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya rêxistinên navdewletî û heqûqa mafê mirovan a li hemberî nêzîkatiyên AKP‘ê şermezar kir û got, "Tecrîda li ser Ocalan sûcekî li dijî tevahî gelan e."

Egît destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ji tecrîdê şikandina îradeya gelan û dûrxistina ji fikirê netewa demokratîk e û wiha bi lêv kir, "Ev yekî nîşan dide ku dewleta Tirk ji fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ditirse. Ocalan bang biratî û jiyana hevbeş dike."

Hewas Cidai Egît di dawiya gotina xwe de, banga"Têkoşîan Ocalan ta rizgarkirina wî ji girtîgehên faşîzmaya Tirkiyê dewam bikin" kir.

Ji rêveberên Meclisa Rûspiyan Îbrahîm El-Şibilî bêdengiya rêxistinên navdewletî ya derbarê rewşa Ocalan de şermezar kir û wiha got, "Ocalan mîmarê aşîtî û mirovahiyê ye, banga wî rizgarkirina gelên blindest e, ne tenê gelê Kurd e."

Şibilî, bal kişand ku rêxistinên banga azadiya gelan dike erka xwe bi cih nayînin û ev tişt anî ziman, "Bi saya fikirê netewa demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan gelên Bakurê Sûriyê bûne yek."

Şibilî bang li gelê Kurd û gelên bindest kir ku li hemberî siyasetên AKP‘ê bisekinin, her wiha bang li rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafê mirovan kir ji bo eşkerekirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixebitin.

(bb)

ANHA