Bijîşkên Îtalî ji ber nebaşiya rewşa tibî li Şehbayê bi fikar in

Bijîşkên Îtalî bi riya skype beşdarî Duyemîn Konferansa Navnetewî ya Polîtîka Perwerdeya Tenduristiyê  bûn û diyar kirin ku ji ber nebaşiya rewşa tibî li Şehbayê ew bi fikirin û destnîşan kirin ku ew amade ne alîkariyê bidin Rojava.

Bijîşkên Îtalî ji ber nebaşiya rewşa tibî li Şehbayê bi fikar in
Bijîşkên Îtalî ji ber nebaşiya rewşa tibî li Şehbayê bi fikar in
Bijîşkên Îtalî ji ber nebaşiya rewşa tibî li Şehbayê bi fikar in
Bijîşkên Îtalî ji ber nebaşiya rewşa tibî li Şehbayê bi fikar in
26 tîrmeh, 2018   15:19

QAMIŞLO

Konfransa bi diruşmeya "Bi tendûristiya azad ber bi jiyana azad ve" bi beşdarbûna sedan nûnerên Akamdemiya Rojava, bijîşkên ji Rojhilatê Kurdistanê û welatê Ewropa ku endamê UPP Pietro San Choi  û Dr Sîrwan Sinê jî di nav de, vê sibehê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajaroka Rimêlan a kantona Qamişlo dest pê kir.

Nûnerên rêveberiya xweseriya demokratîk ên herêmên Cizîr û Efrînê, TEV-DEM, saziyên tenduristiyê yên ji Bakurê Sûriyê, YPG, YPJ û hêzên Asayîşê jî wekî mêvan beşdarî konfransê bûn.

Piştî guhdarkirina  li axaftinên Kordînetorê UPP yê navdewletî  Pietro San Choi, bijîşkên îtalî ku desthilatdariya PDK‘ê hatina wan a ji bo Rojava asteng kirin, ji bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi riya skype beşdarî konfernasê bûn.

Dr. Alyssander diyar kir ku ew li Îtaya ne  bi Rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê re di nava peywendiyan de û got, "Em rewşa tenduristiyê li Rojava baş dizanin û hewl didin bi komîteyên tendurisityê yên Rojava re bibin alîkar, ji ber ku Şoreşa Rojava numuna xizmeta mirovahiyê ye."

Şêwirmendê Rêxistina CSE Dr. Apollo Rossi hêviya serkeftinê ji konferansê re xwest û diyar kirin ku ew amade ne desteka tibî pêşkêşî Akademiya Tenduristiyê ya Rojava bike û ev tişt got, "Wekî rêxistin em civiyan û me li ser çawaniya alîkardayîna Rojava nîqaş kirin. Lê ji ber ku em li Rojava ne, lê heya ji dest me were em ê alîkariyê bidin.

Her wiha Dr. Marino Andolina diyar kir k u ew beriya du mehan serdana kantona Şehbayê kir û bal kişandin  li ser rewşa tendurstiyê li wir û diyar kirin ku ji ber nebaşiya rewşa tenduristiyê li Şehbayê ew bi fikarin

Piştî axaftinên doktorên Îtalî, endama Akademiya Tenduristiyê ya Rojava Dilbirîn Hemdo rêzikaname û rapora salane ya xebatên akademiyê xwend.

Beşdaran jî derbarê xebat, rêzikanameyê, polîtîka perwerdeyê, rewşa tenduristiyê li Rojava û Bakurê Sûriyê, nêrînê û rexneyên xwe anîn ziman.

Li gorî hin nêrînan; pêwîste beşa tundurtisyê li Bakurê Sûriyê bi xwe, xwe pêş bixîne, her wiha sîstemeke perwerdeyê li gorî rewşê were avakirin.

Bi nêrînên beşdaran roja yekem a konferansê bi dawî dibe û dê sibe berdewam bike.

(bb)

ANHA