Pirsgirêka qirêja avê ya Dêrikê çareser bû

Mûdiriyeta avê ya bajarê Dêrîkê pirsgirêka qirêjbûna ava vexwarinê li taxên Xêrka û Sor çareser kir.

Pirsgirêka qirêja avê ya Dêrikê çareser bû
Pirsgirêka qirêja avê ya Dêrikê çareser bû
Pirsgirêka qirêja avê ya Dêrikê çareser bû
26 tîrmeh, 2018   14:17

QAMIŞLO

Piştî agahdariya şêniyên taxên Xêrika û Sor ên bajarê Dêrikê ku hinek qirêj di ava vexwarinê de heye, Mûdîriyeta Avê komîteya keşfê şand taxê da ku sedema qirêjê nas bike.

Piştî lêkolînkirinkirinê, derket ku hineke mazot ji xertûma depoyeya mazotê ya welatiyekî giha şebekeya avê.

Hevserokê Mûdiriyeta Avê Mihemed Emîn Hecî tekez kir piştî naskirina sedema qirêjbûna avê, wan yekser mudexele kirin û xetên avê ji bermahiyên mazotê paqij kirin. Hacî destnîan kir ku rêjiya qirêj kêmb bûn.

Her wiha Hacî bang li şêniyan kir ku henefiyên avê vekirî bihêlin da ku ava bi mazotê qirêj bûye bi temamî ji xetên avê vala bibin

(şx)

ANHA