Beşdarên Konferansê: Konferans wê bibe bingeha mezinkirina asta têkoşînê

Beşdarên Konferansa Kongreya Star: Bi nirxandina rewşa rêxistinî û naskirina kêmasiyan em ê rêxistina xwe xurttir bikin. Ev konfernas wê bibe bingeha mezinkirina têkoşînê.

Beşdarên Konferansê: Konferans wê bibe bingeha mezinkirina asta têkoşînê
Beşdarên Konferansê: Konferans wê bibe bingeha mezinkirina asta têkoşînê
Beşdarên Konferansê: Konferans wê bibe bingeha mezinkirina asta têkoşînê
Beşdarên Konferansê: Konferans wê bibe bingeha mezinkirina asta têkoşînê
26 tîrmeh, 2018   13:53

SOLÎN REŞÎD – FÎDA EBDULA / ŞEHBA

Duyemîn Konferansa Rêxistina Kongreya Star a Kantona Efrînê vê sibehê li kantona Şehbayê bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê şoreşa jin bikin şoreşa civakî" dest pê kir.

Beşdarên Konferansê ji ANHA‘yê re destnîşan kirin ku nirxandina rewşa rêxistina û naskirina kêmasiyan gaveke girîng e ku asta xebatê hîn bêtir mezin bikin.

Neda Bico konferans li têkoşerên jin ên Berxwedana Serdemê pîroz kir û destnîşan kir ku jinan bi xebat û çalakiyên xwe serkeftinên mezin qezenc kirin û jinên Efrînê bi rêxistin kirin. Neda Bico anî ziman ku têkoşîna jin a li hemberî dagirkeriya Tirkiyê rastiyê vê yekê nîşan dide û wiha domand, "Rexmî şert û mecên zemet 500 delege beşdarî konferansê bûn. Bi vê konferansê me îsbat kir ku em dikarin li hemberî her êrîşên li ser jinên bisekinin. Rastiya îradeya em ev e. Her kêmasiyeke ji me ber bû perwerdeyeke, wê ev konferans bibe bingeha avakirina pireke xurt di navbera jin û hemû beşên civakê de."

Xedîce Elo anî ziman ku jinên Efrînî di salên şoreşê de di her qadan de pêşengtî kir, li hemberî zihniyeta baviksalarî sekinîn, bendên li pêşiya jinê azadiya jin dibûn asteng şikenandin. Xedice her wiha got, "Bi nirxandina rewşa rêxistinî re em kêmasiyan li ser başiyan bigirin da ku têkoşîna xwe mezintir bikin."

Leyla Îbiş jî ji aliyê xwe de, bal kişand ku rexneyên di konferansê de hatin kirin de bibe gaveke ji bo xurtkirina rêxistinî û çareserkirina pirsgirêkan.

Konferans bi nirxandina rewşa rêxistinî û pêşniyaran didome.

(bb)

ANHA