Li Efrînê di navbera êla El-Bûbena û çeteyên Ehrar El-Şam de şer derket

Li Efrînê piştî ku çeteyan tireksek ji malbateke ji eşîreya El-Bûbena dizîn, di navbera eşîra El-Bûbena û çeteyên Ehrar El-Şam ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker şer derket.

Li Efrînê di navbera êla El-Bûbena û çeteyên Ehrar El-Şam de şer derket
26 tîrmeh, 2018   12:24

EFRÎN

Şer îro li stasyona sotemeniyê ya bi navê Eîşe ya li kolana El-Fîl a taxa El-Eşrefiyê ya bajarê Efrînê şer derket. Çavkaniyan diyar kirin ku di encamê wê de 3 çete hatin kuştin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku tirkes vedgerê malbata Casim Benawî yê ji êla El-Bûbena. Heman çavkaniyan raghandin ku şer dem bi dem di navbera her du aliyan de derdikeve.

Çavkanyekî din jî ji herêma Cendirêsê raghand ku li gundê Dêrbelût di navbera Tabûra Ehrar El-Şerqiye, Tabûra El-Cebha El-Şamiya û Ehrar El-Şam ên ser bi dewleta tikr a dagirker ve ji duh li ser barvekirina mal û milkên welatiyan şer berdewam e.

Çavkanî tekez kir ku piştî El-Cebha El-Şamiya malên welatiyan talan kirin û ji gund derketin û berê xwe dan parêzgeha Idlibê şer derket. Çavkanî anî ziman ku di encama wî şerî de hejmarek ji çeteyan birîndar bûn û dengê ambulansan li wê derê hate bihîstin.

(bx)

ANHA