Akademiya şehîd Farûq dewreyek perwerdeyê bi dawî kir

Akademiya Zanist û Ramanên Azad a Şehîd Farûq a li bajarê Hesekê dewreyeke perwerdeyê bi navê Şehîd Ebas ku bi tevlîbûna 33 endamên saziyên bajarokên Mergeda, Erîşa û navçeya Şedadê yên kantona Hesekê 26 roj berê dabû destpêkirin, bi dawî kir.

Akademiya şehîd Farûq dewreyek perwerdeyê bi dawî kir
Akademiya şehîd Farûq dewreyek perwerdeyê bi dawî kir
Akademiya şehîd Farûq dewreyek perwerdeyê bi dawî kir
Akademiya şehîd Farûq dewreyek perwerdeyê bi dawî kir
Akademiya şehîd Farûq dewreyek perwerdeyê bi dawî kir
26 tîrmeh, 2018   12:20

HESEKÊ

Di dewreyê de dersên bîrdozî, siyasî, civakî û dersên li ser azadiya jinan hatin dayîn. Dewre bi merasîmekê bi dawî bû. Malbata şehîd Ebas û rêvebera Akademiyên Civaka Demokratîk Eylem Dêrikê jî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de li ser navê malbata şehîd Ebas axaftin hate kirin. Di axaftinê de behsa kesyeta şehîd Ebas hate kirin û ev tişt hate bibîrxistin: "Zulim ne dipejirand, lewma divê endamên vê perwedeya ku bi navî wê hatiye vekirin, berpirsyariya hişyarkirina civakê bigirin ser xwe. Em hêvî dikin ku tiştê di perwedeyê de wergirtin di piratîka karê xwe de pêk bîn in."

Di berdewama merasîmê de Endama Akademiyên Civaka Demokratîk Eylem Dêrik jî axivî ev tişt anî ziman: "Tiştên hûn fêr bûne wê di piratîkê de were xuyanî kirin. Di pirtîka we de wê diyar bibe we çiqasî ji perwedeyê girtiye."

Şehîd Ebas Mergeda yê ku perwerde li ser navê wî hate despêkirin, li bajaroka Siwer a Dêrazor di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû.

ANHA