Akademiya jinên Sûriyê dewreya perwerdeyê ya 4.emîn bi dawî kir

Akademiya Jinên Sûriyê dewreya perwrdeyê  ya 4‘emîn  ya rêveberên saziyên sivîl ên herêmên Dêrazor, Reqa û Tebqayê bi dawî kir.

26 tîrmeh, 2018   12:02

TEBQA

Akademiya Jinên Sûriyê ya li taxa Yekem a bajarê Tebqayê pêş 30 rojan bi tevlîbûna 17 rêveberên meclis û saziyên sivîl ên Dêrazor, Teqa û Reqayê dewreya 4.emîn da bû destpêkirin.

Dewreya perwerdeyê bi armanca bilindkirina asta zanista jinê ya ku  di 4 salan de  ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê hatibûn paşguhkirin, hate destpêkirin.

Bi armanca qedandina dewryê şahiyeke hola akademiyê hate lidarxistin. Hola şahiyê bi pankartan hate xemilanidin. Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Rewşen Hemî, Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Tebqayê Şiyar Mihemd her wiha nûnerên jin di saziyên meclisên rêvber a Rêveberiya  Sivîl a Demokratîk beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi rêzgirtin hate dest pê kir. Paşê axaftin ji aliyê jinên ku tev li dewreya perwrdeyê bibûn ve hatin kirin

Jinên ku tev li dewreyê bibûn diyar kirin ku armanca perwrdeyê jin ji bendên koletiyê ku sîstemên desthilatdar li ser wan feriz kiribûn were rizgarkirin.

Ji aliyê xwe ve Hevseroka Meclisa Zagonsaz Rewşen Hemî got ku, pêwîste aloziya Sûriyê ji aliyê hindrîn ve were çareserkirin û jin jî di nava xebatên çareseriyê de cih bigire.

Piştî axaftinan rêveberiya akademiyê bawername pêşkêşî jinên tevlî perwerdeyê bûn, kir.

Şahiya bidawîkirina dewreyê bi xelekên dîlanan bidawî bû.

(bx)

ANHA