Duyemîn Konfranasa Navdewletî ya Siyaseta Perwerdeya Tenduristî destpê kir

 Konfranasa Navdewletî ya Siyaseta Perwerdeya Tenduristî ku ji aliyê Akademiya Tenduristiyê ya Rojava ve hatiye rêxistinkirin, destpê kir.

Duyemîn Konfranasa Navdewletî ya Siyaseta Perwerdeya Tenduristî destpê kir
Duyemîn Konfranasa Navdewletî ya Siyaseta Perwerdeya Tenduristî destpê kir
Duyemîn Konfranasa Navdewletî ya Siyaseta Perwerdeya Tenduristî destpê kir
26 tîrmeh, 2018   09:46

QAMIŞLO

Konfransa ku bi diruşmeya "Bi tenduristiya azad ber bi jiyana azad ve" bi beşdarbûna sedan nûnerên Akamdeiya Rojava, bijîşkên ji Rojhilatê Kurdistanê û welatê Ewropa ku endamê UPP Pietro San Choi  û Dr Sîrwan Sinê jî di nav de, li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajaroka Rimêlan a kantona Qamişlo destpê kir.

Nûnerên rêveberiya xweseriya demokratîk ên herêmên Cizîr û Efrînê, TEV-DEM, saziyên tenduristiyê yên ji Bakurê Sûriyê, YPG, YPJ û hêzên Asayîşê jî wekî mêvan beşdarî konfranê bûn.

Di konfiranê se dê piştgiriya tenduristiyê yên ji Rojava-Bakurê Sûriyê, her wiha destwerdana di qada tendirustiyê, perwede û parastina tenduristiya jin, zarokan û tenduristiya giştî werin nîqaşkirin.

Di konfranê se her wiha dê belgeya salane ya Akademiya Tenduristiyê were xwendin.

Konfirans bi rêzgirtinê destpê kir, paşê dîwanek ji bo rêveberiya Konfranê hate hilbijartin, tê payên ku di konfiransê de axaftinên mêvan û şandeyên beşdar werin kirin.

Endamê Komîteya Amadekar ê Konfranê de Perwîn Roj diyar kir ev yekem konfranse li ser asta navdewletî li Rojava tê lidarxistin.

Perwîn her wiha da zanîn ku rayedarên PDK'ê rê ne da ku bijîşên Îtalî Ernesto Orvano, Paolo Osi û Marino Andolino ku dihat payîn beşdarî konfransê bibin, di deriyê Sêmalka re derbasî Rojava bibin û ev tişt anî ziman: "Lewma dê di riya skypê re beşdarî konfranê  bibin."

Akademiya Tenduristiyê ya Rojava Yekem Konfransa xwe di gulana sala 2017'an de lidar xist.

ANHA