ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-07-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-07-2018
26 tîrmeh, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê  daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Li bajaroka Rimêlan li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran Konferansa Siyaseta Perwerdeya Tenduristiyê tê lidarxistin. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Birîndarên teqîna Qamişlo diyar kir ku teqîna Qamişlo li dijî hemû destkeftiyên gelê kurd bû û çeteyên DAIŞ’ê binketina xwe ya rizgarkirina bajarê Minbicê, xwest bi teqînên di nav gel de veşerin û sivîl hedef girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ebû Umer El-Idlibî diyar kir ku çarenûsa Idlibê girêdayî lihevkirinên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ye û rola Tirkiyeyê weke "qirêj" bi nav kir. Her wiha got ku dê Idlibê rizgar bikin û bang li wealtiyan kir ku baweriyê bi aliyê Tirkiyeyê nekin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Piştî buyerên du mehên dawî li Xezayê rû dan ku bandoreke li ser gelek aliyên jiyanî kir, di nav de jî di beşê tenduristiyê de alozî derket. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Çalakiyên ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyê yên li deriyê sînor ê Sêmalkiyê dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Xwendevanên pêşangeha pirtûkan li ser pêşangehê nirxandin kirin û diyar kir ku xebatên bi wî rengî civakê bi pêş dixin û çanda xwendinê di nav civakê de berbelav dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Piştî qutbûna av û li ser rexneyên şêniyan, Şaredariya Gel a Eyn Îsa xetên avê sererast kirin û av gîhand taxên navçeyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber ambargo dorpêça li ser kantona Şehba û tunebûna alîkariyan gelek pirsgirêkên tenduristî li pêşiya zarokan derketin, nemaze şîrê zarokan jî nayê peydakirin. Rayedarên Heyva Sor a Kurd diyar kir ku jiyana bi hezaran zarokan li hemberî metirsiyan rû bi rû ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gundê Umeya yê navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo çandina kartolan bi ser ket, şêniyên gund pêwîstiyên gundê xwe û yên gundên derdorê ji kartolan bi cih anî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA