Komkujiya Qamişlo negihaşt armanca xwe

Birîndarên teqîna Qamişlo diyar kir ku teqîna Qamişlo li dijî hemû destkeftiyên gelê kurd bû û çeteyên DAIŞ’ê binketina xwe ya rizgarkirina bajarê Minbicê, xwest bi teqînên di nav gel de veşerin û sivîl hedef girtin.

Komkujiya Qamişlo negihaşt armanca xwe
Komkujiya Qamişlo negihaşt armanca xwe
Komkujiya Qamişlo negihaşt armanca xwe
26 tîrmeh, 2018   04:20

MÛRADA KENDA-SILAVA ABDIRAHMAN / QAMIŞLO

Du sal di ser têqîna bajarê Qamişloyê re derbas bûn. Di 27’ê Tîrmeha 2016`an de  êrîşek bi kamyoneke bombebarkirî li ser rêya Amûdê li hemberî Asayîşa Xerbî di saet 09.25’an de komkujî pêk hat. Di encama komkujiyê de 62 kes şehîd bûn û zêdetirî 176 kes jî birîndar ketin. Çeteyên DAIŞ’ê ji bo  veşartina teqemeniyan sewal di heman kamyonê de bi cih kiribûn. Cihê ku teqîn pêk hat, çûn û hatin lê zede bû. Ji ber wê sedemê jî gelek avahî hilweşiyan û komkujiyeke mezin pêk hat.   

Çeteyên DAIŞ’ê çawa di hemleya rizgarkirna bajarê Minbicê de bi bin ketin û xwest ku di nav bajaran de sivîlan hedef bigirin, vîna gel bişikînin û binketina xwe veşêrin.

Kesên ku di encama teqîne de birîndar bûn ji naxweşxaneya Ferman, Selam, Nûr, Şîfa û Nafis re hatin rakirin. Şêniyên bajarê Qamişlo li ser agahdariya pêwîstiya xwînê berê xwe da van naxweşxaneyan. Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk der barê teqînê de daxuyaniyek da û 3 roj şîn ragihand.

Ajansa me ANHA'yê jî xwe gihand birîndarên teqînê û der barê rûdanê de nêrînên wan wergirtin.

Zîwer Îbrahîm (28) ji taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo ye û dema li ser dikana xwe bû, teqîn pêk hat û di encamê de ji lingê xwe birîndar bû. Îbrahîm çavdêriya xwe di teqînê de wiha bi bîr anî: "Rûdana teqînê hê jî bi temamî di bîra min de ye. Teqîn wekî xewnekê bû. Piştî ku min dikana xwe vekir û silav da cîranên xwe, teqîn pêk hat. Di wê demê de her der bû xwîn û agir. Em di nava dûmanê de man. Xanî bi ser serê me de hilweşiya. Lingê min birîn bû û laşê min şewitî. Ez nêzî 4 mehan ji ber teqînê di malê de mam."

Îbrahîm diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê xwest binketina xwe veşêrin û axaftina xwe wiha domand: "Armanca teqînê pêk nehat û tu carî jî pêk nayê. Xwestin sivîlan hedef bigirin lê em hê jî li ser xwe ne. Çeteyên ku ev teqîn pêk anî, terorîst bûn. Vîna me neşikandin."

Ebdilrehman Mahmûd (45) ji bajarê Qamişlo ye û bavê 8  zarokan e.  Lawê wî Zinar Mehmûd (16) di teqînê de şehîd dibe. Ebdilrehman Mahmûd li ser bûyera teqîna Qamişlo ev tişt got: "Zinar piştî dibistana xwe dihat alikariya min dikir. Rojane min û zarokê xwe di saetên sibehê de dikana xwe vedikir. Di roja teqînê de Zinar beriya min ji malê derket û çû dikan vekir. Bi dengê teqînê re ez derketim derve û min dît ku her der di nava xwînê de ye. Şehîd Zinar li pêşiya dikanê dişewitî. Min bi lez agir ji ser laşê wî vemirand û min rakir nexweşxaneyê. Lê mixabin di encamê de şehîd bû."

Ebdilrehman Mahmûd  got ku armanca çeteyan pêk nehat û wiha axivî: "Lawê min şehîd bû û em bi şehadeta wî serbilind in, bila çete zanibin ku vîna me nayê şikandin. Ew çete ji ku derê hatibin jî dê bêne vegerandin. Armanca teqînê pêk nehat. Em bajarê xwe ji çeteyan re nahêlin û li ber xwe bidin. Xwestin bi teqînê gel bitirsînin. Bila baş bizanin ku em ji axa xwe dernakevin."

ANHA