Li Reqayê pêngava paqijkirina deverên dîrokî ji bermahiyên çeteyan

Li Reqayê, pêngava paqijkirin û sererastkirin deverên dîrokî hate destpêkirin.

Li Reqayê pêngava paqijkirina deverên dîrokî ji bermahiyên çeteyan
Li Reqayê pêngava paqijkirina deverên dîrokî ji bermahiyên çeteyan
Li Reqayê pêngava paqijkirina deverên dîrokî ji bermahiyên çeteyan
Li Reqayê pêngava paqijkirina deverên dîrokî ji bermahiyên çeteyan
25 tîrmeh, 2018   14:04

REQA

Di dema ku çeteyên DAIŞ‘ê bajarê Reqayê dagirkiribûn, deverên dîrokî di nav de sûra Bab Bexdadê kiribûn pargeh û di hindirê wê de tunel çêkiribûn, her wiha parçeyên wê yên hesin rakiribûn û bi erebeyên xwe ve vedikirin û gelek jê jî talan kirin.

Sûra dîrokî ya Bab Bexdad a li bajarê Reqayê di serdema Ebasî de hate avakirin.

Rêxistina "Ciwanên Oksicên" a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqa bi koordîneye Şaredariya Gel pêngava sererastkirina sûrên dîrokî yên herêma Reqayê da destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de, weşreya xebatê bi karkerên û alavên xwe dest bi paqijirina sûra Bab Bexdad ku dirêjahiya wê 5 km ji bermahiyên şer, kir.

Berpirsê Rêxistina Oksicên Mihemed Nûr El-Cendelî diyar kir ku wan dest bi paqijkirina sûra Bab Bexdayê ya dîrokî kir û destnîşan kir ku pêngava wan berdewam e ta hemû deverên dîrokî yên li bajar bêne paqijkirin.

(bb)

ANHA