YPG: 2 sivîl û şervanekî me li Serêkaniyê birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama hedefgirtina leşkerên artêşa tirk a dagirker li dijî welatiyên sivîl ên Serêkaniyê de 2 welatî û şervanekî wan birîndar bûne. YPG'ê got ku şervanên wan bersiveke tund da leşkerên tirk.

YPG: 2 sivîl û şervanekî me li Serêkaniyê birîndar bûn
25 tîrmeh, 2018   11:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG wiha ye:

"Roja 25’ê (îro) Tîrmehê saet di 07:30’an de leşkerên artêşa tirk a dagirker ên li ser xeta sînor, sivîlên li nêzî malên xwe disekinîn rasterast hedef girtin. Di encama êrîşa leşkerên artêşa tirk a dagirker de 2 sivîlên bi navên Elî Nacî û Mûsa Ubeyd brîndar bûn. Şervanê me yê bi navê Îbrahîm Sarabî ku dixwest kesên birîndar ji qadê xelas bike jî di encama êrîşan de brîndar bû.

Artêşa tirk a dagirker a ku êrîşkarî û tahrîkkariya xwe di hemû şert û mercan de raber dike, rastî bersiveke tund ji aliyê şervanên me ve hat. Hêzên me yên li ser xeta sînor bi heman awayî êrîşên artêşa dagirker bersivandin."