Yekemîn konferansa Kongreya Star a kantona Hesekê dest pê kir

Yekemîn konferansa Kongreya Star li kantona Hesekê bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê şoreşa jinan bikin şoreşa civakî " dest pê kir.

Yekemîn konferansa Kongreya Star a kantona Hesekê dest pê kir
Yekemîn konferansa Kongreya Star a kantona Hesekê dest pê kir
Yekemîn konferansa Kongreya Star a kantona Hesekê dest pê kir
Yekemîn konferansa Kongreya Star a kantona Hesekê dest pê kir
25 tîrmeh, 2018   09:35

QAMIŞLO

350 delegeyên Kongreya Star ji hemû navçe û bajarokên kantona Hesekê beşdarî konferansê bûn. Konferans li Salona Beylesan a navçeya Amûdê tê lidarxistin.

Konferans bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê yek ji endamên Koordînasyona Kongreya Star Zelal Cîger axivî û lidarxistina konferansê pîroz kir. Zelal di axaftina xwe de destnîşan kir ku hemû hêzên faşîst dixwazin şoreşa wan binpê bikin û bi hemû cureyan şerê wan dikin û wiha got: "Îrade û xwesteka gelê me hişt ku şoreşa me bi ser bikeve. Her wiha rola jinan di serkeftina şoreşê de sereke bû. Kongreya Star karê xwe bi rêxistin kir û xwe gihand hemû jinan ji hemû pêkhateyan. Jinê serkêşiya şoreşa Rojava dikir."

Zelal diyar kir ku pêwîst e rola jinan di hemû aliyên jiyanê de û bi taybet di aliyê perwerdeyê de were xurtkirin.

Paşê dîwana konferansê hate hilbijartin. Dîwanji Welîda Botî, Helîma Ehmed, Mûna Yûsif, Gulistan Tahir û Zeyneb Mihemed pêk tê.

Konferans bi perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên taybet bi jinan, didome. Paşê dê raporên du salan werin xwendin û nîqaş û nirxandin der barê wan de werin kirin.

Konferans bi hilbijartina Meclisa Kongreya Star a kantona Hesekê dê bi dawî bibe.

(bx/ew)

ANHA