Ji  ber êrîşa dagirkeriya tirk 2 sivîl birîndar bûn

Ji ber êrîşa artêşa tirk a dagirker li ser taxa El-Meheta ya naveçya Serêkaniyê ya girêdayî Hesekê 2 sivîl birîndar bûn.

Ji  ber êrîşa dagirkeriya tirk 2 sivîl birîndar bûn
25 tîrmeh, 2018   09:29

HESEKÊ

Artêşa tirk a dagirker îro di saet di derdora 10:00`an de gule li malên sivîlan ên li taxa El-Meheta ya navçeya Serêkaniyê ya ku li aliyê bakurê navçeyê dikeve, reşandin. Li gorî çavkaniyên herêmî ku agahî dane ajansa me, di encama êrîşê de 2 sivîl birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan navên birîndaran ku bi eslê xwe ji bajarê Hesekê ne û dema mirîşk li taxa El-Meheta datanîn birîndar bûn, wiha ne: Mûsa Ubyed El-Hiro, Elî Nacî Elî.

Welatiyan her du birîndar yekser rakirin Nexweşxaneya Roj, piştî destwerdana lezgîn her du birîndar derbasî nexweşxaneyên bajarê Hesekê kirin.

Artêşa Tirkiyeyê di van demên dawîn de hêza xwe li deverên sînor ên nêzî bajarê Serêkaniyê yên kantona Hesekê zêde dike. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, artêşa tirk tank û panzêrên xwe li seranserî devera sînor a di navbera bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de belav dike.

(kc)

ANHA