Dema serlêdana namzetiyê ji bo hilbijartinên başûr hate dirêjkirin

Ji bo hilbijartinên parlamentoya başûrê Kurdistanê ku dê 30'ê Îlonê pêk bên, dema serlêdana ji bo namzetiyê heta 29'ê Tîrmehê hate dirêjkirin.

Dema serlêdana namzetiyê ji bo hilbijartinên başûr hate dirêjkirin
25 tîrmeh, 2018   09:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo hilbijartinên parlamentoya başûrê Kurdistanê ku dê 30'ê Îlonê bên kirin, dema serlêdanê ya partiyên siyasî, lîste û koalîsyonan li Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind hate dirêjkirin. Dema serlêdanê ji 7 heta 25'ê Tîrmehê bû. Lê heta 29'ê Tîrmehê hate dirêjkirin.

Partiyên siyasî, lîste û koalîsyon, dê navê namzetên xwe karibin heta 29'ê Tîrmehê ji Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Herêma Kurdistanê re ragihînin.

Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind Şêrwan Zirar li Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku dema serlêdanê ji 7'ê Tîrmehê heta 29'ê Tîrmehê ye.