Rewşa birîndarên teqîna Şedadê baş e

Kadroyên tenduristiyê yên Nexweşxneya El-Wetenî ya bajarê Hesekê diyar kir ku rewşa birîndarên teqîna Şedadê piştî ku hatin dermankirin, baş bûye.

Rewşa birîndarên teqîna Şedadê baş e
25 tîrmeh, 2018   08:47

HESEKÊ

Îro saet di 08:30`an de li nêzî stasyona ceyranê ya navçeya Şedadê teqînek pêk hat. Di encama teqînê de sivîlek şehîd bû û 5 kes jî birîndar bûn.

Hêzên Asayîşê birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Hesekê. Li gorî kadroyên tenduristiyê yên nexweşxaneyê piştî ku birîndar hatin dermankirin, rewşa wan baş e.

(bx)

ANHA