Li pêşangeha pirtûkan weşanxaneyeke nû: Şilêr

Weşanxaneya Şilêr bi armanca zêdekirina hejmara xwendevanan bi 130 pirtûkan tev li pêşangeha pirtûkan bû û rêveberê Weşanxaneya Şilêr Rêvan Mehmûd diyar kir ku xwendevan herî zêde pirtûkên dîroka kurdî dixwînin.

Li pêşangeha pirtûkan weşanxaneyeke nû: Şilêr
Li pêşangeha pirtûkan weşanxaneyeke nû: Şilêr
24 tîrmeh, 2018   04:20

MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Pêşangeha pirtûkan a bi navê Şehîd Herekol li bajarê Qamişlo li Hola Zana bi bernameyên xwe berdewam dike. Di nav bernameya pêşangeha pirtûkan de semîner û nîqaşên maseya girover jî cih digirin. 30 hezar pirtûk di nav pêşangehê de tên pêşkêşkirin. Di nava pêşangeha pirtûkan de gelek weşanxane jî bi berhemên xwe gihaştin xwendevanan. Weşanxaneya Şîler jî yek ji wan weşanxaneyan e.

Weşanxaneya Şilêr beriya sal û nîvekê li bajarê Qamişlo li taxa Xerbî hat vekirin. Weşanxane bi zimanê kurdî, erebî û tirkî pirtûkan çap dike. Xebatkarên weşanxaneyê 3 kes in. Weşanxane xurtkirin û pêşxistina çanda xwendinê armanc digire.

Weşanxaneya Şilêr 2 sal e beşdarî pêşangeha pirtûkan a bi navê Şehîd Herekol dibe. Sala çûyî bi 30 pirtûkan beşdar bû. Îsal jî bi 130 pirtûkan cihê xwe di nav pêşangehê de girt. Roman, helbest, çîrok, siyaset, jineolojî, parêznameyên Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dîrok, wêje, lêkolîn, şano, muzîk, pendên kurdî, nirxandin, rexne, pirtûkên zarokan, ferheng di nav cureyên pirtûkên weşanxaneya Şilêr de cih digirin.

Rêveberê Weşanxaneya Şilêr Rewan Mehmûd li ser xwendina pirtûkan û armanca wan a çapkirina pirtûkan ji ajansa me Hawarê re axivî û diyar kir ku bi pêşangeh hejmara xwendevanên rojavayê Kurdistanê zêde dike.

‘Em hewl didin berheman bigihînin xwedevanan’

Rêvan Mehmûd diyar kir ku li rojavayê Kurdistanê gelek berhemên nivîskaran ji ber kêmbûna weşanxaneyan di hêla çapkirinê de qels bû û wiha pê da çû: “Piştî ku me weşanxane vekir, berhemên nivîskaran zêde bûn. Xwesteka me ew e ku berhemên nivîskaran bigihîje xwendevanan. ”

Weşanxaneya Şilêr heta niha 130 pirtûk çap kirin. Derveyî rojavayê Kurdistanê li bajarên Ewropa û Misrê jî pirtûkan ji bo çapkirine bi rê dikin. Weşanxaneya Şilêr pirtûkan bê pere çap dike.

Herî zêde pirtûkên dîroka kurdî tên xwendin

Rêvan Mehmûd anî ziman ku beriya pêşangeh û xebatên xwendinê dest pê bikin, çanda xwendinê li rojavayê Kurdistanê qels bû û wiha got: “Piştî ku pêşangeh û xebatên xwendinê dest pê kir, berhem derketin holê. Gelê Rojava di milê xwendine de bi pêş ket. Xwendevan li gorî pêwîstiya xwe pirtûkan dixwînin. Her wiha pirtûkên ku herî zêde tê nxwendin, ên li ser dîroka kurdan in.”

Rêvan Mehmûd herî dawî got ku armanca wan ew e ku sala bê bi 200 pirtûkan beşdarî pêşangehê bibin.

ANHA