Sewqiyata leşkerî ya artêşa Tirk a li ser sînorê Serêkaniyê

Artêşa Tirk a dagirker gelek tank û wesayîtên zirxî sewqî sînorê bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kirin.

Sewqiyata leşkerî ya artêşa Tirk a li ser sînorê Serêkaniyê
23 tîrmeh, 2018   20:13

NAVENDA NÛÇEYAN 

Artêşa Tirk gelek wesayîtên zirxî sewqî sînorê Rojava kir.

Sewqiyateke leşkerî ku ji gelek wesayîtên zirxî pêk tê îro piştî saetên êvarî ji navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ber bi sînorê Rojava ve ketin rê. Konvoya leşkerî ya ku hate ragihandin ku wê li ser sînorê bajarê Serêkaniyê yê girêdayî bajarê Hesekê yê Rojava bicih bikin, piştî ku di ketina Serêkaniyê de rawestiya û şûnde kete ser rêya Kaniya Xezalan û sewqiyat destpê kir.

Sewqiyata ku gelek ji tank û wesayîtên zirxî pêk tê, hate ragihandin ku li ser sînorê xeta bajarê Girê Spî û Serêkaniyê yê Rojava ku demeke dirêje Tirkiye dibêje ku wê ‘mudaxele’bike, hate bicihkirin.