ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-07-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-07-2018
24 tîrmeh, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Çalakiyên  roja 5‘an Duyemîn a Pêşengeha Pirtûkan wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ji bo şervana YPJ‘ê Arîn Qamişlo merasîmê sersaxiyê organîze dike. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Di Pêşengeha Pirtûkan de, tevlêbûna nivîskar û rewşnebîrên Kobanê bi berhemên xwe bal kêş bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Weşanxaneya Şilêr bi armanca zêdekirina hejmara xwendevanan bi 130 pirtûkan tev li pêşangeha pirtûkan bû û rêveberê Weşanxaneya Şilêr Rewan Mehmûd diyar kir ku xwendevan herî zêde pirtûkên dîroka kurdî dixwînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li herêma Dêrikê pirsgirêka nebaşbûna cûreyê nan a firneya navendî heye, ev yek bû cihê gilî û gazincên welatiyan e. Saziyên têkildarî sedema vê yekê spartin nebaşbûna ard û alavên firneyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Navçeya Til Koçerê di nava 3 mehan de 100 pirsgirê li gorî rêgezên dada civakî çareser kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gel kêmûma avê, bilindbûna pilaya germê zehmetiyên koçberên kampa Eyn Îsayê du qatî zêde dike. Koçberên kampê banga li saziyên peywendîdar dikin ku erka xwe ya li hemberî koçbran bi cih bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

-95 sal li ser Peymana Lozan.2 derbas bû,  kî ne yên sernektin û yên binketin?

ANHA