Şehîd Welîd El-Elî bi merasîmeke girseyî hate oxirkin

Cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Welîd El-Elî yê ku dema li ser karê xwe bû, şehîd bû,bi merasîmekê li goristana Şehîdan hate oxirkirin.

Şehîd Welîd El-Elî bi merasîmeke girseyî hate oxirkin
Şehîd Welîd El-Elî bi merasîmeke girseyî hate oxirkin
Şehîd Welîd El-Elî bi merasîmeke girseyî hate oxirkin
Şehîd Welîd El-Elî bi merasîmeke girseyî hate oxirkin
Şehîd Welîd El-Elî bi merasîmeke girseyî hate oxirkin
Şehîd Welîd El-Elî bi merasîmeke girseyî hate oxirkin
Şehîd Welîd El-Elî bi merasîmeke girseyî hate oxirkin
23 tîrmeh, 2018   17:13

MINBIC

Bi sedan şêniyên herêmê beşdarî merasmê oxirkirinê bûn.

Merasîm bi turaneke leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir. Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan a Minbicê Îbrahîm El-Xelêf sersaxî ji malbata şehîd re sersaxî xwest û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş jî got, "Şehîdn nirxên me ne, ji ber ku xwediyên rasteqîn ên welat in, em bi wan serbilind in û soza şopandina xeta wan didin."

Her wiha, bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Serokê Navenda Karûbarên Olî Elî El-Cemîlî jî axaftin kir û got, "Şehîd pêşengehên me ne, lehengiya wan di dîrokê de wê were qalkirin. Ji hemû pêkhateyên herêmî tevlî şoreşê bûne, ev yek jî yekîtiya diyar dike. Em deyndarên şehîdan in. em xeta wan temam bikin ta armacnên wan pêk bînin û destkeftiyên wan biparêzin."

Birayê şehîd Welîd, Îbrahîm El-Elî spasiya kesên beşdarî merasîmê bûn kir, û diyar kir ku ew bi şehadeta birayê xwe serbilind e.

Wesîqeya şehadetê ya Welîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenaze di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

(bb)

ANHA