Jin û wêjeya şoreşê mijara pêşengehê bû

Di çalakiyên îro yên Pêşengeha Pirtûkan de semînera "Jin di wêjeya şoreşê de" ji aliyê nivîskar Ronak Murad ve hate dayîn.

Jin û wêjeya şoreşê mijara pêşengehê bû
23 tîrmeh, 2018   17:45

QAMIŞLO

Çalakiyên Pêşengeha Pirtûkan a Rojava ku li hola Zana ya bajarê Qamişlo pêk tê di roja çaremîn de didome. Gelek şênî, xwendekar, rewşenbîr û endmaên hêzên asayîşê amade bûn.

Çalakiyên roja çaremîn bi vekirina pêşengeha wêneyên infotografî ku ji aliyê hêzên asayîşê ve hatibûn amadekirin destpê kir. Wêneyên infotografî mijarên cuda li ser endamên asayîşê û karê wan destnîşan dike.

Her wiha semînerek bi navnîşana "Jin di wêjeya şoreşê de" ji aliyê nivîskar Ronak Murad ve hat dayîn. Hejmarek rewşenbûr û hezkiriyên hunerê beşdarî semînerê bûn.

Çalakiyên pêşengehê de dê sibe dewam bike.

(şx)

ANHA