Şêniyên Tebqayê 29 şehîdên xwe bi bîr anîn

Şêniyên Tebqayê û malbatên şehîdan îro 29 şervanan ku di nava refên QSD’ê de di pêngava rêzgarkirina Reqa û Tebqayê de şehîd bûn, bi merasîmeke ku ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve hate birêxistinkirin, bi bîr anîn.

Şêniyên Tebqayê 29 şehîdên xwe bi bîr anîn
Şêniyên Tebqayê 29 şehîdên xwe bi bîr anîn
Şêniyên Tebqayê 29 şehîdên xwe bi bîr anîn
Şêniyên Tebqayê 29 şehîdên xwe bi bîr anîn
Şêniyên Tebqayê 29 şehîdên xwe bi bîr anîn
Şêniyên Tebqayê 29 şehîdên xwe bi bîr anîn
23 tîrmeh, 2018   12:12

TEBQA

Merasîma bîranînê li pêş Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Tebqayê bi amadebûna malbatên şehîdan û endamên saziyên leşkerî û sivîl û bi dehan şêniyên Tebqayê hate lidarxistin.

Cihê bîranîna şehîdan bi wêneyên 29 şehîdan û şehîdê neteweyî yê ji pêkhateya ereb Ezîz Ereb, ala QSD’ê û ala Saziya Malbatên Şehîdan hate xemilandin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê, ji rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Emîne Ebd El-Rezaq sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Bi saya şehîdan em gihaştin azadiyê û îro jî ji ber berxwedana wan pêşerojek ji vî welatî re amad kirin. Em soz didin şehîdên xwe ku ew ê her tim di dilê me de zindî bin û em soz didin ku em ê riya wan bişopînin, her wiha dest bidin dest heta ku em hemû axa xwe ji dest dagirkeriyê rizgar bikin."

Hervseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Hind Elî jî axivî û ev tişt got: ʺSalvegera 19’ê Tîrmehê ku çirûska wê li Kobanê warê bexwedanê dest pê kir û heta Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê çû û şehîdan xwîna xwe rijand da ku îradeya gelan pêk bînin û rêveberiyeke xweser li bakurê Suriyeyê ava bikin." 

Paşê, hevseroka Komîteya Parastinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokatîk a Tebqayê Fatma Reşo axivî û wiha got: "Mirina birûmet ew mirina şehadetê ye, ji ber ku ji mirinê natirsin û ji xwe re kirin sembol. Em ê rêya şehîdan berdewam bikin.ʺ

Di dawiyê de, sînevîzyona şehîdên 19’ê Tîrmehê hate pêşkêşkirin û merasîma bîranînê bi dirûşma "Bijî berxwdana QSD ê" û tîlîliyên dayikan bi dawî bû.

(ekîb)

ANHA